Şandeyek Koçberên Serêkaniyê bi Xaça Sor re civiya

Şandeyek ji Koçberên Serêkaniyê bi Xaça Sor re rewşa koçberan û pêşveçûnên vegerê nîqaş kirin û bal kişand ser girîngiya misogeriya vegera ewle, birûmet, parastina mafên wan û peydakirin alîkariyên mirovî yên guncaw ên vegervanan.

Şandeyek Koçberên Serêkaniyê bi Xaça Sor re civiya
9 îlon, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Koçberên Serêkaniyê îro bi nûnerê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Sebastian Osché û tîma pê re civiya, rewşa koçberan û pêşveçûna têkildarî dosyaya vegerê û astengiyên rûbirûyî herêmê gotûbêjkirin.

Şandeyê rewşa koçberan û astengiyên li dijî wan, hewldanên bi hevrêziya aliyên eleqedar re ji bo misogeriya vegera ewle, dilxwazî, rûmet û mayînde tên dayîn pêşkêş kirin û bal kişand ser girîngiya peydakirina misogeriyên ewlehî û parastina mafên koçberan nexasim mafên wan ên mal û milkan, cih û jiyana ewle ya piştî vegerê.

Şandeyê her wiha bal kişand ser pêwîstiya peydakirina alîkariyên guncaw ji bo vegervanan.

Li aliyê din jî nûnerên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Sebastian Osché piştgiriya xwe ji bo hewldanên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û şopandina wê ya dosyaya vegerê nîşan da û got komîte amade ye bi rola xwe ya mirovî raber.

Her du aliyan girîngî da berdewama peywendî û hevrêziyê di navbera aliyên eleqedar de ku parastina koçberan û mafên wan ên di qonaxên vegerê û piştî wê de misoger bike.

Di dawiyê de her du aliyan li ser berdewama hevrêzî, şêwir û şopandina pêşveçûna girêdayî vegera koçberan li hev kir.

(f)