Li Viyanayê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat li dar xistin

Bi dehan endamên Kurdistanî û dostên wan îşev li ber avahiya Parlamentoya Awistiryayê li Viyanayê çalakiyek bi daxwaza bicihanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Li Viyanayê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat li dar xistin
9 îlon, 2026   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxwaza bicihanîna yasaya “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan û misogeriya azadiya wî ya fîzîkî bi dehan Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya Parlamentoya Awistiryayê çalakiyê li dar xist.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rojnamevan û siyasetmedarê Kurd Bunyad Cizîrî axaftinek pêşkêş kir, bal kişand ser berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo li girtîgeha xwe ya li Girava Îmraliyê ji bo azadiya gelê Kurd û bidestxistina aştî û çareseriyek demokratîk ji bo pirsa Kurd nîşan daye.

Cizîrî dir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatî pêşniyarkirin derfetek rastîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên çareserbûyî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan dide û destnîşan kir ku pêwîst e mafê hêviyê ji Rêber Abdullah Ocalan were dayîn û ew bikaribe rola xwe bilîze û bi awayekî girîngtir beşdarî lezandina pêkanîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe.

Cizîrî destnîşan kir ku gelê Kurd, hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welêt, gelek çalakiyan li dar dixe û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dike.

Di axaftina xwe de, Cizîrî behsa çalakiyên ku ji aliyê gelê Kurd li Rojava ve ji bo parastina mafê xwe yê rewa yê perwerdehiya bi zimanê Kurdî hatine lidarxistin jî kir, û piştgiriya tevahî ya beşdaran ji bo van çalakiyan tekez kir.

Cizîrî diyar kir ku gelê Rojava di şoreşa xwe de qurbaniyên pir mezin dane û anî ziman ku Şoreşa Rojava ne tenê şoreşek siyasî, civakî û jinan bû, lê di heman demê de şoreşek ji bo ziman, çand û nasnameyê bû.

Cizîrî li axaftina xwe zêde kir, "Ziman nasname ye û gelê Kurd di tu şert û mercan de dev ji nasnameya xwe berdanê qebûl nake."

Di beşek din a çalakiyê de, endamek Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê gotarek pêşkêş kir û tê de piştgiriya gelê Kurd û hevalbendên wan ji bo raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir.

Axêver girîngiya pêkanîna mafê hêviyê tekez kir, ew wekî mafek rewa ji bo Rêber Abdullah Ocalan hesiband û diyar kir ku ev maf li ser prensîb, qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Axêver destnîşan kir ku gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd û jinên li çaraliyê cîhanê ku ji raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandor bûne, di nav de enternasyonalîst jî, dê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bilind dikirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî û pêkanîna mafê wî yê hêviyê dikirin, bi dawî bû.

(f)