El Şeybanî û El Sefedî li Şamê hevdîtin kir

Di daxuyaniyeke hevbeş a Sûriyeyê û Urdunê de behsa xurtkirina têkiliyan û hevkariya hevbeş hat kirin û piştgiriya ji bo aramî û serweriya Sûriyeyê, her wiha rawestandina êrişên Îsraîlê li ser axa wê hat piştrastkirin.

El Şeybanî û El Sefedî li Şamê hevdîtin kir
El Şeybanî û El Sefedî li Şamê hevdîtin kir
El Şeybanî û El Sefedî li Şamê hevdîtin kir
9 îlon, 2026   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri, îro, di pêşwazîkirina cîgirê Serokwezîr û wezîrê Karên Derve û Kar û Barên Koçberan a Urdundê Eymen El Sefedî li Şamê de rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariyê di tevahî waran de nîqaş kir.

Herdu aliyan li ser amadekariyên civîna 3’yemîn a Konseya Hevrêziya Bilind ku biryar e di Cotmeha bê de li Şamê were lidarxistin, her wiha li ser şopandina pêkanîna encamên civîna 2’yemîn a ku di Nîsana borî de li Emanê hate lidarxistin - bi taybetî di warên bazirganî, veberhênan, veguhastin, gumrik, av û enerjiyê de - bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du welatan û gelên wan bike, nîqaş kirin.

El Sefedî di hevdîtinê de helwesta sabit a Urdunê di piştgiriya Sûriyeyê de nîşan da û got ewlehî, aramî, serwerî û yekitiya xaka Sûriyeyê hêmaneke bingehîn a ewlehî û aramiya herêmê ye. Wezîrê Karên Derve ya Sûriyeyê Esed Hesen El Şeybanî jî got têkiliyên Urdun-Sûriyeyê şahdiê pêşveçûna berdewam û aramtir e ku amadekariya pêşxistina ber bi hevkariya stratejî ya berfireh dike.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên rewşên li başûrê Sûriyeyê nexasim li parêzgeha Siwêdayê hat nîqaşkirin û hat diyarkirin ku piştgiriya nexşerêya hevbeş ku ewlehiya tevahî welatiyên Sûriyeyê û mafên wan were misogerkirin dikin.

Her wiha her du aliyan êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê nîqaş kirin. El Şeybanî diyar kir ku pêwîstî bi şermezarkirin û rawestandina wan heye, ji ber ku binpêkirina aşkera ya serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê ye. El Sefedî jî got divê rêz ji qanûna navneteweyî û pabendbûnên navneteweyî re di nav de jî peymana 1974’an re were girtin.

Her du wezîran li ser berdewama peywendiya hevrêzî û şêwirê di nava her du welatan de, piştgiriya hewldanên ji bo bidawîkirina rageşî û vegerandina aramiyê li hev kir.

(f)