ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 9 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 9 - 2025
24 îlon, 2025   02:00

Jinên kantona Dêrazorê diyar kir ku şerê taybet ê pê re rû bi rû dimînin, wan ji têkoşînê dûr naxe. Jinan destnîşan kir ku çand û îrade çekên wan ên herî xurt ên li dijî hewldanên dûrxistina wan ji qada têkoşînê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî ku dagirkeriya Tirk wêranî çêkir û piraniya dezgehên enerjiyê wêran kirin, santralên hilberîn û veguhestina elektrîkê bi tevahî hilweşandin, li kantona Cizîrê ji sedî 90 elektrîk kêm bû. Sedemên ku rê li ber sererastkirina wan dezgehan çi ne? BI WÊNE Û DÎMEN

Rûspiyê eşîra El Hemdûn diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina welatekî ewle û aram bangewaziyek e. BI WÊNE Û DÎMEN

‘Ahora Art Desing’ ku ji aliyê komek hunermed, peykertraş û lêkolîneran ve hatiye avakirin, bi rêya şêwekariyê mîtolojiya kurdî dide nîşan. Şêwekar Ferhat Xelîl li ser vê projeyê dibêje “Pêwîstiya welatê me bi rengekî nû heye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîka û Urdunê "nexşerêyek" ji bo çareserkirina aloziya li Siwêdayê ragihand. Şêniyên Siwêdayê bi xwepêşandanan bertek nîşanî vê nexşereyê dan û wek "Peyman Sêalî" bi nav kir. Gelo çima xelkê Siwêdayê vê nexşerêyê qebûl nake?

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Omer El Mûsa li pakrewangeha bajarê Tebqayê oxir dikin (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê li qada Jinê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê paneleke diyalogê bi navê "Peymana 10'ê Adarê û Mafê Vegerê" li bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên bajarê Til Temirê re dicive û rewşa siyasî û nêrîna li ser pêşeroja Sûriyeyê şîrove dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîs merasîma şehîd Raxib El Hebîb li pakrewangeha bajêr li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN