Li berava Sûriyeyê rewş seferberî ye

Li herêmên berava Sûriyeyê ji zêdetirî 48 saetan ve rewş seferberî ya ewlekarî û leşkerî hatiye ragihandin. Di wê çarçoveyê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêbendên xwe yên kontrolê li ser rêyên sereke û nesereke danîne. Li hemberî vê tirsa pêkanîna êrişan li dijî xalên leşkerî û ewlekariyê zêde bûye.

Li berava Sûriyeyê rewş seferberî ye
23 îlon, 2025   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li berava Sûriyeyê rewşa seferberiyê hatiye ragihandin. Di wê çarçoveyê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêbendên kontrolê li ser rêyên Laziqiyê û Tertûsê danîne.

Şêniyam tirsa xwe ya ji ber egera pêkanîna êriş û komkujiyan li dijî sivîlan nîşan da.

SOHR'ê diyar kir ku li Tertûsê endamên hêzên ewlekariyê siloganên taîfeperest diavêtin û ev jî bû sedema tirsa şêniyan.

Li Laziqiyê jî rêbend li navenda bajêr hatin danîn ku welatiyan disekinînin.

(mh)