ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17/8/2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17/8/2025
17 tebax, 2025   02:00

Foza Yûsif destnîşan kir ku şehîd Nûredîn Sofî, mînaka exlaq û dilnizmiyê bû, dostê rastîn ê jinan bû, her cureyê dûrxistina jinan red dikir, eleqedariyeke mezin da tevgera azadiya jinan û jê re bi temamî rêzdar bû. Fozayê got “Heval Nûredîn bi vîn û têkoşîna jinan bawer kir.” BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û çalakvanan der barê zêdebûna gotara nefretê ya li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hişyarî dan û diyar kir ku pêkhateyên herêmê girêdanên mezhebî û eşîrî derbas kirine. Çalakvanan got gotara nefretê dikare welat ber bi parçekirin û pevçûnên navxweyî ve bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê û stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve, şêniyên Hesekê û gundewarên wê derdê peydakirina avê dikişînin. Bi tayîbet jin ku zehmetiyan di anîna avê de dibîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên bajarê Çilaxayê yê kantona Cizîrê diyar kir ku wê li hemberî êrişan û planên fitne û provokasyonan xeta xweparastinê berdewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên heftya borî de diyar kir ku Sûriye ezmûneke jiyanî derbas dike, tirs heye ku "rejîma totalîter” a berê bi rejîmeke tundrawtir were guhertin. Têkildarî serdana Ali Larijani ya Beyrûtê jî hate destnîşankirin ku ev serdan peyamên zelal rave dike ku Tehran di qada Lubnanê de dest ji hevalbendên xwe bernedaye.

Tevgera Ciwanên Ermenî ya li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê wê xebatkarê paqijiyê xelat bike. (9:00)  BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinê û odeya têkiliyan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di derbarê zehmetî ku rû bi rû yî jinê ye di pêkanaîna civaka komînale her wiha rola wê di rêveberiya civaka kmînal ya demkratîk de wê li avahiya xwe ya Kobanê panêleke diyalokê li dar bixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê li nivîsgeha xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê, pêşangeha zarokan bi sernavê “Zarok, azadî ji xeyalan dest pê dike” li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê, bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan, li Navenda Çandî ya li Reqayê çalakiyek bîranînê ji bo şehîdan li dar dixe. (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo li bajarokê Hîmo sersaxiyê didin malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê seat 18:30. BI WÊNE Û DÎMEN