Li Şamê teqîn

Li taxa Mezê ya Şamê, nêzîkî otêla Golden bombeyek teqiya.

Li Şamê teqîn
16 tebax, 2025   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, vê êvarê li devera Mezê ya Şamê bombeyek teqiya. Dûre diyar bû ku “bombe” di “erebeyeke kevin” de hatibû bicihkirin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ambulans ber bi cihê teqînê ve çûne, lê der barê kuştî û birîndaran de ti agahî heta niha nedane.

Li gorî SOHR`ê, hin beşên Otêla Golden, ji hêla zilamekî bi navê "Ebû Meryem El Australî" ve hatine desteserkirin.

(ac/şx)

ANHA