ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2025
17 cotmeh, 2025   02:00

Siyasetmedarên Ermen metirsiya xwe têkildarî alozî û tevliheviya berdewam a li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de anî ziman, bi taybet li ser zêdebûna bûyerên kuştin, revandin û girtina rêyan. Siyasetmedaran got ev kirin tevgera welatiyan a mirovî û bazirganî di navbera herêmên Sûriyeyê de asteng dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Desteya Ol û Baweriyan Îbrahîm El Mihemed diyar kir ku sîstema navendî li dijî nirxê parastina mafên mezheb, ol û neteweyên li Sûriyeyê ne û got divê destûreke ku mafên hemû pêhateyan biparêze û taybetmedniyên wan ên çandî, olî û neteweyî dabîn dike, were esasgirtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Erîşayê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a xwe dispêre aştî, demokrasî û rûmeta mirovahiyê, bandoreke erênî li pêkanîna bawerî û hevborandina di nava civaka herêmê de kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Weşanên Şilêr di 10 mehên sala 2025’an de, 50 pirtûkên bi kurdî û 20 jî yên bi erebî gihandin ber destê xwîneran. BI WÊNE Û DÎMEN

Li taxeke bajarê Girkê Legê jinek serkêşiya insiyatîfa civakî ya paqijkirina bi komî dike. Di encamê de baldariya civakê bi paqijiya hawirdorê zêde dibe, her wiha rihê berpirsyariya şêniyan mezin dibe.  BI WÊNE Û DÎMEN