Li Tilkelexê yê Humsê êrişa çekdarî; 2 sivîl mirin

Li gundê Mextebiyê yê herêmêa Tilkelexê yê rojavayê gundewarê Humsê de çekdaran 2 sivîl qetil kirin û hin jî birîndar kirin.

Li Tilkelexê yê Humsê êrişa çekdarî; 2 sivîl mirin
16 cotmeh, 2025   23:39
HUMS

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane nûçegihana me ya li Humsê, 2 çekdarên li motorsilkêtê siwar bûbûn, bombeyek avêt dikaneke porbiriyê, dûre gule li wan reşandin. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.

Navên her du sivîlên jiyana xwe ji dest daye; Mihyedîn Uwêd û Mehmûd Qasim in û birîndar jî ji Al Sabat in.

Ev sûc digel tevliheviya ewlehî ya li herêmên hikumeta veguhêz de pêk hat.

Şêniyan banga destwerdana lezgîn kir ku van sûcan rawestînin.

(fr)

ANHA