Sûcên li Humsê zêde dibin: 2 hevjîn hatin qetilkirin

Li bajarê Humsê bi awayekî berbiçav sûcên plankirî zêde dibin. Li 2 taxan 2 sûcên cuda pêk hatin. Ev yek tevliheviya ewlehî li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de nîşan dide.

Sûcên li Humsê zêde dibin: 2 hevjîn hatin qetilkirin
16 cotmeh, 2025   23:12
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê, daxuyand ku 2 çekdarên rûgirtî li motorsiklêtê siwar bûbûn, li kolana 19ˊan, li nêzî Çerxerêya Esîl a taxa Nazihîn gule li dikanekê reşandin. Di encamê de Elî Îd û hevjîna wî Îlham di cih de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî jî bi bîr xist ku yek ji kujeran ji motorsiklêt daket û bi xwînsarî ev sûc pêk anî û piştre reviyan.

Di sûceke din de, çekdaran bi erebeyeke spî ya "sentafê" hewl da jinek ciwan li nêzî dibisstana Hesen El Kurdî ya lii taxa Sebîl birevînin. Lê wê jînê qîr kir û li hember wan li ber xwe da, şêniyan jî destwerdan kir. Bi wê re çekdar mecbûr man birevin.

Ev bûyer û sûcên wiha, diyar dikin ku tundiya li dijî sivîlan, digel nebûna tu bertekên pêşîlêgirtinê ji hêla hikumeta veguhêz ve, didomin.

(fr)