ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-11-2025
9 mijdar, 2025   02:00

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî ber bi pêvajoya aştiyê ve neavêtine û da zanîn ku rêya rasteqîn a aştiyê destûreke demokratîk e ku mafên gelê Kurd û tevahî gelên li Tirkiyeyê biparêze.

Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsayê destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya vegera 100 hezar koçberan, hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li bajar û gundên wan e.

Bi armanca ku mazot di demeke zû de bigihîje cotkaran û pêvajoya wergirtina mazotê hêsantir bibe, îsal mazot bi rêbazeke nû li cotkaran tê belavkirin.

Li Sûriyeyê çandiniya zeferanê "zêrê sor" bi pirsgirêkên bazarkirina qels û nebûna piştgiriya hikûmetê re rû bi rû dimîne.

Çavdêran diyar kir ku ligel girîngiya serdana Ehmed El Şeri ji Koşa Spî re, lê pirsên der barê ku dê Sûriyeyî ji bo vê serdanê bidin de derdikevin holê, li aliyekî din jî qonaxên peymana Xezayê rûbirûyî astengî û gelek zehmetiyan e û nîşaneyên rageşiyê li Lubnanê zêde dibin.

Di çarçoveya çalakiyê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan de Meclisa Jinan a PYDˊê li bajarên Dirbêsiyê û Şedadê civînên cuda li dar dixe, Kongra Star jî li bajarê Til Temirê dewreyeke perwerdê ya taybet bi mêran bi 3 rojan li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarokê Sefiya yê gundewarê Hesekê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê der barê tundiya li ser dijî jinan li hola PYDˊê paneleke diyalogê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa li hola navendê şanoyekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbata Gulo ji bo bibîranîna şehîd Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo di salvegera şehadeta wan a 4ˊemîn de li hola Parka Azadî ya Qamişloyê merasîmekê li dar dixe, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn li Parka Xwendinê ya Qamişloyê di roja xwe ya duyemîn de didome, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN