Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya dewrî ya 6ˊemîn organîze kir

Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya dewrî ya 6'emîn bi beşdariya hevserokatî, endamên rêveber ên tevahî kantonanli dar xist. Di civînê de girîngî bi hevkariyê ji bo avakirina Sûriyeya pirreng û jiyana hevbeş hat dayîn.

8 mijdar, 2025   22:32
REQA

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya dewrî ya 6'emîn li navenda partiyê ya bajarê Reqayê li dar xist. Di civînê de hevserokên partiyê Kewser Doko û Ebid Hamid El Mihbaş û rêveberên partiyê yên hemû kantonan, amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre pêşniyarên tayînkirina Ehmed El Dêf wekî hevserokê Nivîsgeha Perwerdeya Fikrî ya Navenda Giştî ya partiyê û Sîham Hemo wekî hevseroka Meclisa Giştî ya kantona Firatê hatin erêkirin.

Piştre hevserokê partiyê El Mihbaş li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û dewletên derdorê axivî û girîngî da hevkariya ji bo avakirina Sûriyeya nû ya pirreng û jiyana hevbeş.

El Mihbaş got Îsraîl rewşa qanûnî ya Sûriyeyê di ber çavan re derbas nake û ev jî dihêle egera kûrbûna krîzê zêde bibe û got: "Pêwistî bi guhartina rêbaza diyalogê di navbera rejîman de û rûniştandina çanda jiyana hevbeş û derbaskirina hişmendiya zordest, heye."

El Mihbaş destnîşan kir ku ji bo damezirandina desteyeke hevbeş a artêşa nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo têkoşîna li dijî terorê bi çavdêriya Amerîkayê, înîsiyatîf hene û wiha domand: "Dibe ku bi vê arasteyê re hin hêz tev li Koalîsyona Navneteweyî bibin, lê belê pirs ew e ku, gelo ev koalîsyon dikare guhartinên pêwist pêk bîne."

El Mihbaş wiha li gotina xwe zêde kir: "Hin endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwedî hişmendiya cîhadî ne û ev jî zehmetiyan li pêşiya projeya siyasî ya nû derdixe. Ji bo avakirina Sûriyeya sivîl û demokratîk divê em vê hişmendiyê derbas bikin."

El Mihbaş diyar kir ku di Sûriyeyê de rewşa siyasî tê guhartin û navê Ehmed El Şeri ji hin belgeyên fermî hatiye rakirin û ev jî nîşan dide guhartin di desthilatê de hene.

Di dawiya civînê de encamname hat diyarkirin, ji xalên encamnameyê lidarxistina konferansên giştî ji bo meclisên partiyê, domadina xebatên partiyê ji bo berfirehkirina hîma wê ya camewerê li hundirê Sûriyeyê bûn.

(mh/fr)

ANHA