Serdana El Şeri ji bo Washingtonê mijara hefteya borî bû

Çavdêran diyar kir ku ligel girîngiya serdana Ehmed El Şeri ji Koşa Spî re, lê pirsên der barê ku dê Sûriyeyî ji bo vê serdanê bidin de derdikevin holê, li aliyekî din jî qonaxên peymana Xezayê rûbirûyî astengî û gelek zehmetiyan e û nîşaneyên rageşiyê li Lubnanê zêde dibin.

Serdana El Şeri ji bo Washingtonê mijara hefteya borî bû
9 mijdar, 2025   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de bal kişandibûn ser serdana Ehmed El Şeri ji Washingtonê re, behsa peymana Xezayê û pêşdeçûnên li Lubnanê û Sûdanê jî hatin kirin.

SERDANA EL ŞERI BO QESRA SPÎ: XALEKE GIRÎNG DI TÊKILIYÊN WASHINGTON Û ŞAMÊ DE

Rojnameya El Ereb diyar kir ku serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri bo Qesra Spî xaleke girîng e di têkiliyên Şam û Washingtonê de û nivîsî ku çavdêr wê serdanê wek "destpêka peymaneke ewlehiyê ya bi Îsraîlê re dibînin, lê pirs ev e ku dê sûriyeyî çi bedelê bidin?”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Tê payîn ku serok El Şeri di serdana xwe ya Qesra Spî de peymanek ji bo tevlêbûna Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê îmze bike."

El Ereb li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê nivîsî ku rêveberiya Trump piştgiriyê dide rakirina cezayan û diyar kir ku Washington "pêşwaziya beşdariya erebî li Sûriyeyê dike ku Ereb beşdarî pêkanîna aştî û geşepêdanê bibin.”

‘PLANA TRUMP JI BO ROJA PIŞTÎ LI XEZAYÊ: ZEHMETÎ Û XETERE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser paşketina qonaxa duyemîn a plana Trump a ji bo bidawîkirina şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê. Rojnameyê diyar kir ku pêla serdanên rayedarên payebilind ên DYA’yê bo Tel Avîvê di pêkanîna serkeftina nisbî ya qonaxa yekem a agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan de têk çû.

Rojnameyê îşaret pê kir ku plan ji ber 3 sedemên sereke ji aliyê Filistîn û cîhana erebî ve tê redkirin û wiha nivîsand: “Parçebûnê di navbera Xeza û Şerîda Rojava de xurt dike, hêzên biyanî li Xezayê bi cih dike. Her wiha aliyê siyasî yê nakokiyê paşguh dike anku di çarçoveya pirsgirkên mirovî û aborî de sînordar dike. Di heman demê de destnîşan dike ku Îsraîl hewl dide bêyî beşdarkirina desthilata Filistînê modela Şerîda Rojava li Xezayê pêk bîne. Ev yek parçebûnê kûrtir dike û sîwaneke nû dide dagirkeriyê.”

Rojnameyê destnîşan kir ku paşguhkirina mafên siyasî yên filistîniyan û mafê wan ê diyarkirina çarenûsê dê herêmê di nava bêîstîqrariyê de bihêle û “dê li şûna çareseriya ‘du dewletan’ bibe sedema xurtkirina dewleteke apartheidê”.

‘ŞERÊ ÎSRAÎLÊ YÊ BÊ DÊ LI SER LUBNANÊ BE’

Rojnameya Al Modon bal kişand ser îhtîmala zêde ya şerekî nû yê Îsraîlê yê li dijî Lubnanê, ji ber israra Hizbullahê ya li ser parastina çekên xwe û ji nû ve avakirina cebilxaneya xwe ya mûşek û dronan.

Rojnameyê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl, hikumeta Lubnanê bêçare dibînin ku nikare biryarên xwe bi cih bîne, ev yek bûye sedem ku Washington zextê li ser Beyrûtê bike da ku dan û standinan bi Tel Avîvê re wekî "derfeta dawîn" bidomîne.

Rojnameyê da zanîn ku Lubnan ketiye nav du aloziyan; hikumeteke felcbûyî û partiyeke ku li ber tunebûnê. Rojnameyê diyar kir ku berdewama rewşa heyî dê bibe sedema şerekî nû yê Îsraîlê yê li ser Lubnanê.

‘SÛDAN; KUŞTINA MIROVAHIYA MIROVAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat şerê li Xezayê û şerê navxweyî yê li Sûdanê şîrove kirin. Rojnameyê da zanîn ku xaleke hevpar a her du şeran heye; "kuştina mirovahiya mirovan", tevî ku sedem û aktorên wan ji hev cuda ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku bala cîhanê û medyayê di hefteya dawîn de ji şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê ber bi pevçûna navxweyî ya li Sûdanê ve çû, lê da zanîn ku her du şer jî nîşaneyên kiryarên hovane yên wekî kuştin, birçîkirin û koçberkirinê ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku trajediyên mirovî yên li Sûdan û Xezayê hejmar û statîstîk derbas kirine û veguherîne krîzeke exlaqî ya kûr di cîhana hemdem de ku sûc li dijî sivîlan têne kirin, çi ji hêla hêzeke dagirker a li Xezayê yan jî bi destê sûdaniyan li dijî zarokên heman welatî.