ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-10-2025
9 cotmeh, 2025   02:00

Di 6 salên dagirkerinê yên Serê Kaniyê û Girê Spî de li her du bajaran demokrafiya hat guhertin, ji sedî 70 şêniyan hatin koçberkirin.

Li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Kurdistan û cîhanê di 2 salên dawî de bi 749 sernavan bi hezaran çalakî û bername hatin organîzekirin.

Pêkhateyên li kantona Cizîrê biryarnameya 188 a ku ji hêla Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatiye derxistin şermezar kirin û we weke hewldanek e ji bo windakirina çanda civakên kevnar ên Sûriyeyê, bi nav kirin.

Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku, Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên dîrokî avêtine, PKK’ê jî pêk anîne, lê dewleta Tirk hîn gav ne avêtine. Xelîl anî ziman ku komplo jî hîn didome û nîşaneya wê jî rewşa girtî ya Rêber Apo ye.  

Girêdana jinên ji Dêrazorê bi çandina berhemên çandiniyê ya zêde nîşan dide ku ev rêbaza çandiyê weke vebijêrka sereke ya aboriyê ye. Bi wê re aboriya wan geş dike û asta berhema xwecihî baş dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî derdikeve qadan, saet 09.00ˊan û 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê sersaxiyê dide malbata şehîd Îbrahîm Nîdal Omer û şehîd El Mihemed Derwîş. Konê sersaxiyê li pêş mala malbata şehîd Îbrahîm a li Reqayê de tê vedan, saet 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo gerîlayên HPGˊê Şervan Perwer, Ronî Baz, Şivan Cîlo û Kerîm Avareş, merasîmeke xiyabî li gundê Xizêne yê gundewarê başûrê Kobanê li dar dixe, saet 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN