Li rojavayê Siwêdayê pevçûn

Li eniyên rojavayê Siwêdayê bi taybet li nêzî bajarokê Welga di navbera endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pevçûn derketin.

Li rojavayê Siwêdayê pevçûn
9 cotmeh, 2025   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rojavayê Siwêdayê di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pevçûn derket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li tevahî taxên Siwêdayê ji ber pevçûnên li eniyên rojavayê bajarokê Welga dengê teqînan û avêtina guleyan hatin bihîstin.

Li herêmên rojavayê Siwêdayê binpêkirinên peymana agirbestê ya di Tîrmehê de bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye îmzekirin, ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve didomin.

(fr)