Ciwanên Cizîrê bi meşên meşaleyî komploya li dijî Rêber Apo şermezar kir

Ciwanên bajarên kantona Cizîrê bi meşên meşaleyî û daxuyaniyan komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nû kir.

8 cotmeh, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Amûdê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Meşê ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir û ber bi navenda tevgerê ve bi rê ket.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo û pankartên "Azadiya Rêbertî xeta sor e", "Bijî Berxwedana Rêber Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" hildan.

Li wir, daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin: "Berxwedana me dê bi ruhê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi ruhê ciwanan bidome."

Li bajarê Tirbespiyê ciwanan bi meşeke meşaleyî komploya navneteweyî şermezar kir û piştî meşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komplo ne tenê li dijî şexsê Rêber Abdullah Ocalan, lê li dijî îradeya gelên azadîxwaz û projeya neteweya demokratîk e jî.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dubarekirin.

Li bajarên Dêrik û Girkê Legê jî ciwan ji pêş Mola Dêrik a li bajêr ber bi navenda ciwanan ve meşiyan û di meşê de diruşma "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin.

Li pêş Molê daxuyaniyek hat dayîn û tê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û hat gotin ku gelê Kurd fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esas girt; ji ber wê komplo têk çû.

Li bajarê Şedadê yê Hesekê yê Cizîrê jî ciwanan di daxuyaniya xwe de soza bilindkirina asta têkoşînê û têkbirina hewldanên tunekirina îradeya gelan dubare kir û got komploya li dijî Rêber Apo li dijî tevahî gelan e û ew ê dengê xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin û tevahî hewlên şikandina vîna gelên azadîxwaz têk bibin.

Li bajarê Hesekê jî ciwanan meşek li dar xist. Meş ji Çerxerêya Kenîse (Dêr) ber bi Qada Sîtî Bas a li taxa Nasîre ve çû û li wir daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji mîlyonan kesî re çavkaniya îlhamê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji komploya navneteweyî ya berdewam ne cuda ne. ambargo, birçîkirin û êrişên dijî sivîlên li her du taxan bi armanca bêdengiya dengê Kurdan e û têkbirina modela Rêveberiya Xweser e ku hêza xwe ya berxwedanê û pirrengiyê îsbat kiriye, ye.

Li Dirêbsiyê jî, meşa ciwanan ji pêş navenda Çandiniyê ber bi çerxerêya şaredariyê ve dest pê kir. Li wir daxuyaniyekê ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji ciwan, jin û tevahî cîhanê re, em Yekitiya Jinên Ciwan destpêkirina kampanyaya ˋBi hevaltîya komunal re, bi Rêber Abdullah Ocalan re bijînˊ radigihînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê dikoşin."

Meş bi diruşmên"Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bûn.

(mh/fr)

ANHA

AMÛDÊ

DÊRIK

HESEKÊ

ŞEDADÊ

DIRBÊSIYÊ