Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de

Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê têkildarî rewşa heyî ya jinên ji Sûriyeyê û jin di nava Sûriyeyeke demokratîk de komxebateke diyalogê li Hesekê li dar xist.

Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
Li Hesekê komxebata rola jinan di demokratîkkirina Sûriyeyê de
28 tebax, 2025   15:36
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  bi dirûşma "Bi pêşengiya jinan, em ê Sûriya demokratîk ava bikin" li hola parêzeran a bajarê Hesekê hate komxebateke diyalogê organîze kir. Di komxebatê de federaliya demokratîk, rewşa jinên Sûriyeyê piştî HTŞ û jin di nava Sûriyeyeke demokratîk de hat nîqaşkirin.  

Di komxebatê de jinên rewşenbîr, serbixwe, parêzer, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl amade bûn.

Beşa yekem a komxebatê ya bi sernavê 'Federaliya demokratîk û rola jinê' ji hêla berdevka Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê Şêrîn Hesen ve hate birêvebirin.

Şêrîn di destpêka axaftina got: "Rêber Abdullah Ocalan cudahîyek xistiye navbera federalîzma kevneşopî û federalîzma demokratîk. Rêbertê ji bo tevahî gelan û pêkhateyan projeya neteweya demokratîk pêşkêş kiriye."

Şêrîn destnîşan kir ku rola jinê wê bi her awayî bê parastin û diyar kir ku: "Jin bi rolên xwe yên siyasî, civakî û çandî îspat dikin ku ew ne tenê beşdarên federalîzma demokratîk in, lê ew stûna piştê ne ku serkeftin û berdewama wê misoger dikin. Di warê siyasî de, ew ji bo qanûnên dadperwer û nûnertiya rastîn zextê dikin û di warê civakî û çandî de ew yekgirtinê xurt dikin, nasnameyê diparêzin û nirxên wekheviyê pêşve dixin."

Beşa duyem a komxebatê bi sernavê 'Piştî HTŞ'ê rewşa jinên Sûriyeyê' jî ji hêla Hevseroka Yekitiya kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Hemîde Ehmed ve hate birêvebirin. Hemîde got: "Jin di demên desthildariyê de rastî gelek sûcan hatine. Di nava urf û adatên civakî de hatine hiştin û rastî gelek tundiyan hatine. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina HTŞˊê ya ser desthilatê jinan nizanî wê rewş xerabtir bibe. Jin li gelek herêmên Sûriyeyê di binpêkirin û sûcan re derbas dibin û zehmetiyan dikişînin."

Hemîde diyar kir ku li Siwêda, Peravê û li gelek cihên ku jin rastî kiriyan hatine hene. Bi sedan jin di sûcên revandin, kuştin û destdirêjiyê re derbas bûn. Lê belê jin li hemberî van hemû sûcan jî bê deng û destgirêdayî neman. Hemîde ev tişt anî ziman: "Dema em behsa jinên di nava civakê de dikin, em dibêjin ku çawa dayîk zarokên xwe diparêze divê hemû jin mafên xwe biparêzin û li hember sûcan bê deng nemînin."

Hemîde di dawiyê de got: "Em weke jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê her tim bi fikir û felsefeya demokratîk û azad a bi pêşengtiya Rêber Ap ve girêdayî bin û bi hev re di nava Sûriyeyeke demokratîk de bijîn."

Beşa sêyem a komxebatê bi sernavê 'Jin di nava Sûriyeyêk demokratîk de' ji hêla berdevaka Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê Nûrşan Ferho ve hat birêvebirin.

Nûrşan behsa mafên jinan di hundirê Sûriyeyê de kir û diyar kir ku ji destpêka Şoreşê ve jinên Sûriyeyê ne xwedî maf bûn, lê belê Şoreşa Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê a bi pêşengtiya bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin bibin xwedî maf.

Nûrşan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku: "Divê mafên jinan li seranserî xaka Sûriyeyê were parastin û rola xwe di tevahî qadan de bigirin. Ji bo ku mafên jinan bên garantîkirin, divê demokratîkbûna Sûriyeyê pêk bê."

Beşdarên li ser her sê mijaran nîqaşên berferh kirin û diyar kir ku ji bo Sûriyeyêk demokratîk bê avakirin divê jin mafên xwe biparêzin û di her qadekê de cih bigirin.

Komxebat bi van encamnameyan bi dawî bû.

1-Bihêzkirina jinê di warê siyasî û destûrî de û misogerkirina beşdariya jinan di biryardanê de.

2-Xurtkirina rola civakî û çandî ya jin û piştgirîkirina jinê di warên civakî de.

3-Berferehkirina têkiliyan jinan ên di aliyê herêmî û navneteweyî de.

4-Pêşxistina jinan di aliyê danasîn û bernameyan de, her wiha pêşvebirina wan di aliyê hişmendiya wekheviyê de.

5-Pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî û mirovî ji bo misogerkirina berxwedana jinan û parastina mafên wan.

6-Nivîsandina peymanek civakî ya berfireh ku mafên hemû jinên Sûriyeyî garantî bike.

7-Veguherandina federalîzmê bo projeyek civakî ya zindî ku jin bi awayekî çalak beşdar bin.

(zş/fr)

ANHA