Îsraîlê êrişî kampa Eyn El Hîlwa ya başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê kampa penaberên Filistînî ya Eyn El Hîlwa ya başûrê Lubnanê bombebaran kir. Li gorî Îsraîlê wan cihê fermandariya Hemasê kir armanc.

Îsraîlê êrişî kampa Eyn El Hîlwa ya başûrê Lubnanê kir
20 sibat, 2026   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku droneke Îsraîlî taxa Hutîn a li kampa bi ser bajarê Seyda ve bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wan êrişî nuqteyeke fermandariya Hemasê ku endamên terorîst ji wir li herêma Eyn El Hîlwa tev digeriyan" hedef girtiye û ev êriş bersivdana binpêkirinên dubare yên lihevkirinên agirbestê ye.

Tevî agirbesta Mijdara 2024'an di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, lê Îsraîl êrişên xwe li dijî başûrê Lubnanê dewam dike û dibêje ku armanca wê ew e rê li ber hêza Hizbullah bigire.

Hêjayî gotinê ye ku Îsraîlê di 22'ê Mijdarê de êrişa kampa Eyn El Hîlwa kiribû. Li gorî rayedarên Lubnanî, di encama êrişê de 13 kes, di nav wan de zarok jî hebûn, hatibûn kuştin, lê artêşa Îsraîlê gotibû ew "13 terorîstên Hamasê ne".

(ac/fr)

ANHA