Li Derayê hemwextî qedexeya derketinê pevçûn, kesek hat kuştin

Li bajarê Busra El Şam ê rojhilatê gundewarê Derayê hemwextî ragihandina qedexeya derketinê pevçûn derket, kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Hemwextî wê jî li ser rêya Tefes û Dail de ciwanek birîndar bû.

Li Derayê hemwextî qedexeya derketinê pevçûn, kesek hat kuştin
20 sibat, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Busra  El Şam heta demek nediyar qedexeya derketinê ragihand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li derdora mala serkirdeyekî lîwaya 8ˊan a berê Ehmed Ewdê pevçûn derket, di encamê de heta niha kesek hat kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li ser rêya di navbera bajarên Tefes û Dail ên gundewarê Derayê de kesên nenas gule berdan ciwanekî, birîndar kir.

(fr)