Li deverên Sûriyeyê teqîna mayînan; zarokek mir û 4 jî birîndar bûn

Li deverên cûda yên Sûriyeyê di teqîna mayînan de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li deverên Sûriyeyê teqîna mayînan; zarokek mir û 4 jî birîndar bûn
20 sibat, 2026   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Silûkê yê bakurê Reqayê mayîneke ji bermahiyên şer teqiya, 2 kes birîndar bûn.

Di 2 bûyerên dîtir de jî mayînek li nêzî herêma Til El Hara ya bakurê Derayê teqiya zarokek mir û yek jî birîndar bû û mayîna sêyemîn jî li çolistana El Xebre ya rojhilatê Dêrazorê teqiya.

Ev bûyer, di gel nebûna hewlên aktîv ji hêla aliyên hikumetê yên ji bo rakirina mayînan de pêk tê, hilweşîna rewşa mirovî zêde dike û gefan li jiyana sivîlan bi taybet zarokan dixwe.

(ac/fr)

ANHA