Îsraîlê 3 welatiyên Dera û Quneytîrayê berdan

Hêzên Îsraîlê 3 welatiyên ji Dera û Qunyetîrayê piştî ragirtina wan a çend mehan berdan.

Îsraîlê 3 welatiyên Dera û Quneytîrayê berdan
9 îlon, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê 3 welatiyên ji parêzgehên Dera û Quneytîrayê piştî ragirtina wan a bi çend mehan berdan.

Di 17’ê Tebaxê de hêzên Îsraîlê 2 ciwan ji eslê 4 ciwanên di ketina li nava gundê Abidîn ê herêma Hawiza Yermûkê a rojavayê Deryaê de berdan û aqûbeta ciwanên din hîna ne diyar e.

Hêzeke Îsraîlê ya ji 10 wesayîtên leşkerî û hejmarek leşker pêk tê ketina gundê Abidînê, hemwextî wê helîkopter û drona li asîmanê herêmê bûn. Hêz ketina qada mizgeftê, hejmarek mal kontrol kir.

(f)