Di çalakiya YPJ’ê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Şervanên YPJ’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker li bakurê Minbicê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek ji bo bîranîna şehîd Şervîn Şerdar kir. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Di çalakiya YPJ’ê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
18 îlon 2024   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê li ser malpera xwe têkildarî çalakiyeke li dijî artêşa Tirk a dagirker agahî parve kirin.

Navendê da zanîn ku şervanên YPJ’ê 10’ê Îlonê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê Yaşli yê li bakurê rojavayê Minbicê daye.

Navendê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna fermandara Minbicê şehîd Şervîn Şerdar hatiye lidarxistin û hate gotin: “Ev baregeh bi awayekî rojane gundewarên Minbicê topbaran dike û jiyana gelê me dixe metirsiyê. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji vê baregehê bi awayekî rojane hewl dide berê çeteyên xwe bide herêmê da ku dagirkeriya xwe firehtir bike. Şervanên me yên YPJ’ê li hember vê baregehê çalakî li dar xist û di encama çalakiyê de radara baregeha Yaşli hate îmha kirin. Her wiha 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 ji wan jî birîndar bûn.”