‘Hikumeta Şamê li dijî muxalîfan hemleyeke girtinê daye destpêkirin’

Çavkaniyên çapemeniyê diyar kir ku saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li Laziqiye li dijî muxalîfan hemleyeke girtinê daye destpêkirin.

‘Hikumeta Şamê li dijî muxalîfan hemleyeke girtinê daye destpêkirin’
18 îlon 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li Laziqiyê li dijî muxalîfan hemleyeke girtinê daye destpêkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku yên hatine girtin, dayîna bacan red kiriye.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku endamên saziya ewlehiya leşkerî ya bajarê Laziqiyeyê 14`ê Tebaxê serokê berê yê Sendîkaya Bijîşkan Zuhêr Îbrahîm Xeyr Beg (69) ê ji Laziqiyeyê û kurapê wî Iyad Suhêl Xeyr Beg ê ku bazirganê parçeyên erebeyan e, dema diçûn bajarokê Kesebê, girtine û ew birine şaxê ewlehiya leşkerî ya li Laziqiyeyê.

Her wiha torê da zanîn ku endamên heman saziyê xwediyê Nexweşxaneya El Sofî ya li Laziqiyeyê Dr. Ehmed Mezher El Sofî (80) 9`ê Îlonê girtiye.

Torê di rapora xwe de diyar kir ku her sê kes jî bê muzekereyeke qanûnî hatine girtin, têkiliya wan bi malbat an jî parêzeran re hatiye qedexekirin û tawanên wan çi ne nayê zanîn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, her sê bijîşk, li Laziqiyeyê navdar in û bi helwestên xwe yên siyasî yên serbixwe tên naskirin. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku dibe sedema girtinê redkirina dayîna bacan be.

Tora destnîaşn kir ku Dr. Zuhêr Xeyr Beg xwedî kargeha pakêtkirina fêkiyan û sebzeyan e jî û beriya vê jî her tim rû bi rûyî fişarên dadgehê maye ji bo ku kargeha xwe bide kesekî din.

Di çend salên dawîn de bi zêdebûna xizaniyê re li piraniya gundên berava Sûriyeyê, dengên dijberî hikumeta Şamê zêde bûne. Nemaze ku bi hezaran ciwanên vê herêmê di şer de hatin kuştin.

(şx)