`Dewleta Tirk û çeteyên wê îslamê ji bo sûcên xwe dikin amûr`

Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ku êrişî gundê Kaxirê yê Efrînê kiriye, şermezar kirin. Endamên saziyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk qaşo misilman in lê ew ji îslamê û perspektîfên wê dûr in.

`Dewleta Tirk û çeteyên wê îslamê ji bo sûcên xwe dikin amûr`
18 îlon 2024   11:36
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Jinan li gundê Kaxirê yê bajarê Efrînê 15`ê Îlonê li hember sûcên çeteyên dewleta Tirk a daigkrer serî hilda û banga serbestberdana kesên hatine revandin kir. Lê çeteyên "Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker bi guleyan êrişî jinan kir. Di encamê de 20 kes birîndar bûn ku piraniya wan jin bûn.

Ji rêveberên Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê şêx Elî El Hesen têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Dema ku misilman li seranserî cîhanê rojbûna pêxember Mihemed ê ku aştî di navbera gelan de sepand, pîroz dike lê hin kesan hewl da îslamê reş bikin. Êrişa çeteyên El Emşat li ser jinan li gundê Kaxirê, sûcekî ku ne layîqî mirovahiyê ye. Qaşo jî îslamê îdia dikin."

El Hesen wiha domand: "Gelo îslama îdiaya wê dikin bi çi rengî ye? li gorî wan gelo îslam tê wateya êrişkirina jinan e yên ku li dijî zulmê, çewisandinê, diziyê derketine û banga mafên xwe dikin? Bi lêxistina jinan û şikandina hestiyên wan, ev îslama ku hûn îdia dikin."

El Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: "Ti eleqeya wan bi îslamê re nîn e. Ka îslam, ka exlaq ka mirovahî? Hûn daran dişewitînin. We welat wêran kir û mal û milkên şêniyan dizî. Hûn ne misilman in, ti têkiliya we bi mirovahiyê re nîne. Kiryarên we sûc in."

Şêx El Hesen diyar kir ku li hember van sûcên çeteyan ên ku dawiya wan nêz bûye, dev ji axa xwe bernadin û got: "Em nikarin me tune bikin. Em ê wan biqewtînin ji ber ku em xwedî heq û doz in. Helbet ev roja ku dê em serkeftî vegerin axa xwe, were. Em ê sala bê li gundê Kaxirê rojbûna Pêxember pîroz bikin."

Endama rêveberiya Saziya Kar û Barên Olî Nesrîn Îbrahîm jî êrişa li ser jinan a li gundê Kaxirê şermezar kir û got: "Ew li ser axa xwe û di mala xwe de ne lê bi gefa kuştinê, mafên wan binpê dikin."

Nesrîn berxwedana jinan a li Kaxirê silav kir û got: "Jin li hember çewisandina 6 salan serî hilda. Divê aliyên têkildarî berpirsyariyên xwe bînin cih, sûcên dagirkeran rawestînin û wan ji axa Sûriyeyê derxin."

(şx)

ANHA