​​​​​​​Koçberên Efrînê: Me xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê diyar kir ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan wan jiyana xwe li gorî şerê gel  ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Me xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye
22 tîrmeh, 2022   23:38
ŞEHBA – ELÎ GEDRO

Gundên kantona Şehbayê û gundewarê başûr ê kantona Efrînê ya dagirkirî, rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin. Di encama topbaranê de jî ziyan digihîje malên welatiyan û zeviyên çandiniyê.

Girêdayî vê mijarê, welatiya bi navê Fatme Hisên a ji Efrînê koçber bûye û li gundê Wehşiyê bi cih bûye, wiha anî ziman: “Baregeheke Rûsya nêzî me heye, ew jî baregeha herî mezin e li herêmê, her wiha baregehên hêzên hikumeta Şamê jî hene, ew noqte û baregeh tên hedefgirtin, bêyî ku kesek tiştekî bike.”

Tê zanîn ku derdora baregehên Rûsya û yên hêzên hikumeta Şamê tên topbarankirin. Di 7’ê Gulana îsal de baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa hat topbarankirin û di encamê de du leşkeran jiyana xwe ji dest da û du din jî birîndar bûn. Her wiha di 3’ê Tîrmehê de droneke artêşa Tirk a dagirker noqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li naverast Til Rifetê kir hedef.

Heta niha tu helwestên cidî ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê û hêzên Rûsyayê ve yên der barê topbarana li ser herêmê û metirsiya li ser şêniyan de, nehatin nîşandan.

Fatme Hisên da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin bi rêya topbaran û gefên xwe herêmê vala bikin û wiha domand: "Lê di vê yekê de bi ser neketin, ji ber ku gel xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye û eger ew ji herêmê derket, bêguman dê berê xwe bide Efrînê piştî ku rizgar bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Fatme Hisên wiha axivî: “Em amade ne rihê xwe di oxira rizgarkirina Efrînê de feda bikin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Mihemed ê ku li gundê Wehşiyê dimîne wiha axivî: “Em bi darê zorê ji Efrînê koçber bûn, ji dema bicihbûna me li Şehbayê ve heta niha em rojane rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.”

Mihemed wiha domand: “Em li herêmê gelek zehmetiyan ji aliyê rewşa koçberiyê, dorpêçê, kêmbûna derfetan, her wiha êriş û gefên dagirkeriya Tirk dikişînin.”

Mihemed Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin û rê nadin ku xaka Sûriyê dagir bike, em ê deverên xwe yên dagirkirî rizgar bikin ji ber ku em li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistinkirî ne.”

 (mh)

ANHA