​​​​​​​Rûspiyên eşîran li ser komkujiya Zaxoyê: Armanca Tirkiyê qirkirina gelan e

Rûspiyên eşîrên Tirbespiyê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bidin û gotin: "Armanca Tirkiyê qirkirina gelên herêmê ye."

​​​​​​​Rûspiyên eşîran li ser komkujiya Zaxoyê: Armanca Tirkiyê qirkirina gelan e
23 tîrmeh, 2022   03:15
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Çarşema borî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê li cihekî geştiyarî komkujiyek pêk anî. Di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Heman demê êrişên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane.

Rûspiyên eşîrên Kurd ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo komkujiya Zaxo şermezar kir û got, divê dawî li sûcên Tirkiyê were anîn.

Rûspiyê eşîra Kasha û endamê Komîteya Lihevanînê ya bajarokê Til Marûf Seîd Nayîf êriş û komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne şermezar kirin û got, armanca Tirkiyê eşkere ye ew e ku gelan, di serî de gelê Kurd qir bike û dîroka osmanî ya xwînêj dûbare bike.

Nayîf diyar kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember van sûcan helwestekê diyar nîşan bide an wê şirîkê van sûcan be û got: "Divê bêdeng nemîne û hevkariyê nake, lê belê divê li hemberî qirkirina kurdan û tevahî gelan bisekine."

Seîd Nayîf anî ziman ku divê helwesta hikumeta Iraqê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê xurttir be.

Rûspiyê eşîra Hecî Silêman ê gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê Faris Hacî Silêman got, dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Başûr û li Iraqê gelan dike hedef û komkujiyan li dijî wan pêk tîne.

Faris Hecî Silêman helwesta PDK'ê li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kir û got, divê bi hemû rêbazan li hemberî wê were sekinandin.

Her du rûspiyan li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da û got, berxwedan rêya rawestandina komkujiyên Tirkiyê û derxistina wê jî herêmên dagirkerî ye.

ANHA