​​​​​​​' Êrişên Tirkiyê me hemûyan hedef digire, bi hevgirtina xwe em ê bersiv bidin'

Kesayetên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew amade ne li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî. Her wiha gotin, ev êriş tevahî pêkhateyan dike hedef.

​​​​​​​' Êrişên Tirkiyê me hemûyan hedef digire, bi hevgirtina xwe em ê bersiv bidin'
23 tîrmeh, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Armanc ji van êrişan ew e ku ewlehiya herêmê têk bibin.

Li hemberî van gefan Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand û banga amadebûn û tevgera li gorî xeteriya pêvajoyê kir.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Nivîsegha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed anî ziman ku Tirkiyê ne tenê kurdan, lê tevahî pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef da ku Osmaniya nû pêk bîne.

Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku li herêmê  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, YPG, YPJ û QSD'ê hene ku tevahî pêkhateyan bêyî cûdabûn diparêzin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê me li azadiya xwe digere, em bi gelê xwe û azadî û mafên wê re ye. Tu pirsgirêkên me bi tu kesî re tune ne, armanca me lêgerîna li azadiya xwe û xilasiya ji koletiyê ye."

'NE TENÊ KURDAN DIKIN HEDEF'

El-Mihemed îşaret pê kir ku QSD'ê hêza yekane ye ku ewlehî û aramî pêk anîn û Tirkiyê hewl dide bi êrişên xwe ewlehî û îstiqraa herêmê ku bi xwîna şehîdan  hatine rizgarkirin, têk bibe.

El-Mihemed destnîşan kir ku Tirkiyê hêzên xwe ber bi bajarên Til Rifet û Minbicê ve kom dike û got: "Em hemû dizanin ku piraniya niştecihên Minbicê Ereb  in. Ev delîl e ku ne tenê kurdan dike hedef, lê hewl dide osmanî bi rengê xwe yê nû û bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî vegerîne."

Îbrahîm El-Mihemed bang li gelên herêmê kir ku li hemberî her êrişeke dagirkeriyê hevgirtî bin û da zanîn ku bi hevgirtinê wê dagirkeriya Tirk were qewitandin û planên wê yên osmanî vala werin derxistin.

Cîgirê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel jî da zanîn ku Tirkiyê dewleteke mêtînger e û planên wê dagirkirinê li van herêman hene û got: "Tirkiyê dixwaze bûyerên ku di sala 1939'an de çêbûne pêk bîne ku Lîwa Îskenderon dagir kir û tev li xaka xwe kir. Niha hewl dide herêmên din dagir bike û Mîsaqî Millî pêk bîne."

Berkel di dewama axaftina xwe de got: "Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan daxuyand ku ew ê êrişî bajarên Minbic û Til Rifetê bikin û parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike hincet. Em di Partiya Sûriya Pêşerojê de dibêjin ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê ji aliyê Minbic û Til Rifetê nakeve xeteriyê. Lê herêmên  bakurê Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine ne ewle ne, bûne navendên terorê û zindîkirina DAIŞ'ê. Hebûna lîderên çeteyan li wan herêman ku ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatin hedefgirtin, nîşaneya herî mezin a vê yekê ye."

Cîgirê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel bal kişand li ser ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: "Ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tiştekî gelekî normal e ku li hemberî êriş û gefan werin sekinandin. Divê gel li derdora rêveberî û fermandariya xwe ya leşkerî kom bibin, ji ber ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê hevgirtineke niştimanî ji bo parastinê dixwaze."

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) ya herêma Firatê Gulîstan Etê jî wiha got: "Careke din dewleta Tirk a dagirker gefan li gelên herêmê dixwe û di êrişan de teredud nabe, kengî derfet bi dest wê dikeve êriş dike. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand. Di nav de partiyên siyasî beşek ji civakê ne, divê civakê bi rêxistin bikin û zanebûnê di nav ferdên wê belav bikin, divê gefên Tirkiyê cidî werin destgirtin û li hemberî wê xebat were kirin."

Gulîstan Etê anî ziman ku gelê Kurd ne wekî berê ye, êdî ji planên dijmin hişyartir bûye û got, divê hemû şênî, partiyên siyasî û xebatkarên saziyan û hemû beşên civakê, di serî de ciwan, li gorî pêvajoyê kar bikin û erkên xwe yên parastina destkeftiyan pêk bînin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiya Aştiya Demokratîk a navçeya Tirbespiyê Xalisa Salih diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê kurdan, di heman demê de tevahî pêkhateyên herêmê ku bi hev re dijîn, dikin hedef.

Xalisa Salih got, partiyên siyasî amade ne parastina xaka xwe û herêmên xwe ji êrişên derve bikin.

Endama rêveber a Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Dîrok Xelîl jî destnîşan kir ku êrişên dawî yên Tirkiyê berdewama hewldanên Tirkiyê yên ji sedên salan ve ên qirkirina gelê Kurd e. Her wiha got, li kêleka şerê çekdarî hewl dide bi rêya şerê taybet îradeya gelan, bi taybet jin û ciwanan têk bibe.

Dîrok Xelîl bal kişand ser amadekariyên li hemberî van û got: "Em jinên Kongra Star li hemberî van êrişan me amadekarî kirine. Me korsên destwerdana lezgîn vekirin, me beş ji bo amadekirina xwarinê ji şervanan re amade kir. Her wiha wiha me dewreyên perwedeyê ji jinan re vekirin da ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin."

Endamê rêveber ê Meclisa Ciwanan a PYD' ya navçeya Tirbespiyê Mihemed El-Meyah destnîşan kir ku ciwan hesasiyetê pêvajoyê dizanin û li hemberî êrişên Tirkiyê li kêleka hêzên leşkerî yên parastinê disekinin.

El-Meyah anî ziman ku dewelta Tirk bi êrişên xwe hewl dide Mîsaqî Millî pêk bîne ku li ser tevahî gelên herêmê xeter e û got: "Divê em hevgirtî bin û li hemberî van planan bisekinin."

ANHA