​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swêdê salvegera şoreşê pîroz kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Swêdê bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swêdê salvegera şoreşê pîroz kir
21 tîrmeh, 2022   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozef Lehdo û nûnerên partiyên sêwdî, kurdî û suryanî beşdarî şahiyê bûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser  ê li Swêdê Şiyar Elî û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer bixêrhatina beşdaran kir û xebatên rêveberiyê yên di 10 salên şoreşê de silav kirin. Di axaftinan de îşaret bi destkeftiyên rêveberiyên yên parastina gelên herêmê û komên terorîst ên DAIŞ û Nusra û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

Omer bal kişand ser peymana di navber Tirkiyê, Swêd û Fînlandiyayê de û bi "Neserkeftî" bi nav kir û got: "Xistina navê YPG û YPJ û PYD'ê di peymana di navbera her sê welatan de gaveke xeter e û li gorî berjewendiyên Tirkiyê ne. Kesên ku peyman îmze kirine ji bîr kirin ku YPG û YPJ'ê şerê rêxistina herî terorîst a DAIŞ`ê kirin û ne ji fedekariyên wan bûya hîna wê DAIŞ'ê li beşekî mezin li Rojhilata Navîn serwer ba. Her wiha wê xeterî li ser Ewropa, di nav de Swêd û Fînlandiyayê heba."

Jozef Lehdo jî diyar kir ku tu niyetên Rêveberiya Xweser li dijî Tirkiyê tune ne, lê dê herêmên û gelên xwe ji gef û êrişan Tirkiyê û yên din biparêze.

Bi navê Partiya Çep a Swêdê, endamê parlamantoyê Lotta piştgiriya xwe bi hemû komên azadîxwaz re anî ziman û got, ew bi tecrûbeya jinê matmayî ye ku mînaka rasteqîn e serkeftinê ye. Her wiha peymana Tirkiyê û Swêd bi şermekê bi nav kir û got, ev peyman dê ne li gorî berjewendiyên Swêdê bin.

Parlamanterê ji Partiya Sosyal Kader Casirga û parlamantera serbixwe  Emine Kakapavi  nerazîbûn nîşanî peymanê da û wekî dijbertiya tevahî nirxên demokrasî û mirovê yên li Swêdê bi nav kir. Her wiha anîn ziman ku ew li bixebitin da ku hikumeta Swêdê helwesta xwe biguhere û li dijî gefên Tirkiyê bi gelê Kurd re bisekine.

Piştî axaftinan, şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA