Iraq bangî balyozê Tirkiye kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser komkujiya Zaxoyê bangî balyozê Tirk ê Bexdayê kir, notaya şermezarkirinê da balyozê Tirk û jêre got, divê hemû hêzên Tirkiye ji nav xaka Iraqê derkevin.

Iraq bangî balyozê Tirkiye kir
21 tîrmeh, 2022   15:54
NAVENDA NÛÇEYHAN

Ji ber komkujiya dewleta Tirk a ku duh li gundê Perex yê Zaxoyê pêkanî, Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiye yê Iraqê Alî Riza Guney kir.

Wezareta Karên Derve têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wezareta karên derve ji balyozê Tirk re gotiye wê ji niha şûnde Iraq li beramberî van bombebaranan bêdeng nemîne.

Her wiha ji balyozê Tirk re hatiye gotin, divê Tirkiye hemû hêzên xwe ji nava xaka Iraqê bikêşe û li dijî van sucan mafê Iraqê heye hemû tedbîran bigre.