​​​​​​​Ciwanên malbatên şehîdan: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî bidomînin

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê diyar kir ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.

​​​​​​​Ciwanên malbatên şehîdan: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî bidomînin
21 tîrmeh, 2022   17:29
HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên  ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Hesekê, Dirbêsiyê û Şedadê yên kantona Hesekê Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da.

Daxuyaniya li Şedadê ji aliyê Ebîr Tean, daxuyaniya li bajarê Hesekê Îman Îbrahîm û daxuyaniya li Dirbêsiyê ji aliyê endama meclisê Gulê Osman ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û hate gotin, dewleta Tirk bi vê tecrîdê texmîn dike ku dê karibe di kesayeta rêbertî de hêviya bi milyonan kesî ya di azadiyê de têk bibe.

Her wiha hevkariya civata navneteweyî ya bi dewleta Tirk a faşîst re hate şermezarkirin û hate gotin : " Em ciwanên malbatên şehîdan û bi milyonan azadîxwazên cîhanê bang li tevahiya rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên mirovan, her wiha partî û saziyên demokratîk ên kurdî û cîhanî dikin ku zextê li faşîzma Tirk bikin ku tecrîda derqanûnî û mirovî ya li ser rêber Abdullah Ocalan rake, her wiha rê bide malbatê û parêzerê ku pê re bicivin."

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de anîn ziman ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin û got, azadiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hXvh08diHus" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>