​​​​​​​‘Dem hatiye ku em bêjin bes e‘

Kesayetên kurdistanî û olî îşaret bi girîngiya ferzkirina qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û teqez kir ku roj roja parstina şoreşa demokratîk û bidawîkirina sûcên dewleta Tirk û binpêkirinên wê ye.

​​​​​​​‘Dem hatiye ku em bêjin bes e‘
21 tîrmeh, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bangên kesayetên siyasî yên kurdî ji hundirê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê ji bo ferzkirina qedexekirina hewayî li ser herêmê zêde dibin. Bi vê yekê piştgiriyê didin însiyatîfa partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemleya "hashtag" di qada medyaya dîjîtal de ku banga ferzkirina qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dê di 23`ê Tîrmehê de dest pê bike.

Hin siyasetmedarên di partiyên siyasî, kurdistanî û kesayetên biyanî peyamên piştgiriya vê hemleyê şand û ji aliyê Meclisa Medyaya Dîjîlat  a Kurdistanê ve li ser rûpelên wê yên fermî hatin belavkirin. Ji wan jî ev in:

PARLEMENTERÊ BERÊ YÊ PARTIYA DEMOKRASIYÊ (DEP) XETÎB DICLE:

Banga me ji hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê re ew e ku dewleta Tirk naxwaze kurdên azad xwedî cihekî li Rojhilata Navîn bin. Dixwazin şoreşa li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin. Îro roja parastina vê şoreşa demokratîk e ku zêdetirî 10 salan didome. Divê em bi hevre li hember gefên dewleta Tirk bisekinin. Ji ber vê jî divê em bi hevre banga girtina qada hewayî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya balafirên şer ên dewleta Tirk bigirin.

HEVSEROKA PARTIYA GUHERTIN A DEMOKRTÎK A KURDISTANÎ MIZGÎN ZÊDAN:

Gelek propagandaya însiyatîfa partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin. Em jî bang li her kesî dikin ku destekê bidin vê însiyatîfê da ku dengê me bighêje tevahî cîhanê. Em dibêjin bes e. Em têne kuştin û qirkirin. Bajarên me rastî guhertina demografî tên. Em peyama xwe ji tevahî cîhanê re dişînin. Çawa gelekî aştîxwaz rastî qirkirinê tê û cîhan çavên xwe ji vê yekê re digre. Ji ber wê jî divê em bi hevre binpêkirinên Erdogan sînordar bikin û qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bikin. Herêma Rojava herêmeke ewle ye û hemû pêkhateyên sûrî têde dijîn lê mixabin dixwazin vê hevgirtinê parçe bikin.

HEVSEROKA MECLISA GEL A MEXMÛR FÎLÎZ BÛDAK:

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşa hevgirtina gel û şoreşa jiyana hemû pêkhateyan e. Dewleta Tirk bi dijwarî êrişî Rojava, Mexmûr û herêmên Başûrê Kurdistanê dike da ku destkeftiyên gelê Kurd û Şoreşa Rojava binpê bike. Ji bo em têkoşîn û berxwedanê bilind bikin tev li însyatîfa 23`ê Tîrmehê bibin da ku Kurdistaneke azad û jiyaneke demokratîk ava bikin.

HEVSEROKÊ KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK A HERÊMA CIZÎRÊ REŞÎD MELE XERZANÎ

Ji beriya 11 salan ve Sûriyê û Rojhilata Navîn di nava aloziyeke kûr de dijî ji kuştin, talankirin û binpêkirin. Lê bi saya berxwedana QSD`ê DAIŞ`ê li herêmê hate tunekirin. Cîhan jî dizane ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ`ê û dixwaze herêmên me dagir bike û çeteyan di wan de bi cih bike. Em bang li NY`yê û Koalisyona Navneteweyî dikin ku şehîdên ku QSD`ê ji bo têkbirina DAIŞ`ê dan ji bîr neke û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê rawestîne û qedexeya hewayî ferz bike.

CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK ÎBRAHÎM XALO

Li gorî banga me ya ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li ser herêmê li pêşiya êrişên ku xeteriyê li ser gelê me çêdike, hêzên me bersiva xetertirîn terorîstan da û ew tune kir. Çima dewletên cîhanê çavên xwe ji kirinên dewleta Tirk li dijî gelê me re digirin. Balafirên bêmirov sivîlan dike hedef. Ne rêxistinên mirovî û ne jî NY`yê behsa vê yekê nakin û ev jî durûtiya wan nîşan dide.

ENDAMÊ KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK EBDULKERÎM SEROXAN:

Em di pêvajoyeke zehmet de dijîn. Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sivîlan dike hedef. Ev jî aloziyekê çêdike. Ji ber van êrişan vejandina DAIŞ`ê ku xeteriyê li ser tevahî mirovahiyê çêdike, zêde dibe. Ji ber wê jî em bang li saziyên navneteweyî dikin ku qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin.

HEVSEROKÊ KONGR- GEL REMZÎ KARTAL:

Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve heta roja îro êrişên dewleta Tirk bi balafirên bê mirov xeteriyeke mezin li ser tevahî civakê çêdike. Ji ber wê jî em destekê dide îniyatîfa ku 33 partiyên siyasî ragihand. Dewleta Tirk komkujiyek li Zaxoyê pêk anî û di encama wê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da di nav de jin û zarok hene. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber wê jî divê Koalisyona Navneteweyî, NY`yê û hêzên cîhanî êrişên dewleta Tirk rawestîne û qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bike.

SEKRETÊRÊ GIŞTÎ YÊ YEKITIYA LÎBERAL A KURDISTANÎ FERHAD TÊLO:

Dewleta Tirk êrişî herêmên me dike û sivîlan dikuje her wiha guhertina demografî pêk tîne. Paşê jî behsa herêmên ewle dike. Em bang li Koalisyona Navneteweyî, Rûsya û NY`yê dikin ku siyasetên dewleta Tirk sînordar bike û guh bide bangên me ji bo ferzkirina qedexeya hewayî ya herêmên me.

ENDAMA TEVGERA JINA KURD LI EWROPA (TJK-E) LÎDA WAITS:

Dewleta Tirk li Mexmûr, Şengal û Rojava sivîl û zarokan dikuje. Di vê yekê de balafirên bê mirov bikar tîne. Ji ber wê jî em bang dikin ku sînor ji dewleta Tirk re were dayîn û qada hewayî ya herêmê bigire.

NIVÎSKARA AMERÎKÎ DEBBIE BOOKATION:

Navê min Debbie Bookation e.  Ez nivîskarek ji bajarê New Yorkê me. Dewleta Tirk rûbereke ji 30 km li ser sînorê Sûriyê dagir dike û dixwaze qirkirina komî li dijî hemû kurdan pêk bîne her wiha guhertina demografî pêk bîne. Dem hatiye ku em bêjin bese. Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin.

ANHA