Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek

Partî, sazî û meclisên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Minbicê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiriye û êrişa li dijî Kobanê şermezar kirin. Her wiha bagn li rêxistinên mirovî û navneteweyî kirin ku sînorekî ji binpêkirin û sûcên wê re deynin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li Zaxo û Kobanê bertek
21 tîrmeh, 2022   13:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (20`ê Tîrmehê) dewleta Tirk a dagirker cihekî tûrîzmê li qezaya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê bombe kir. Di encama komkujiyê de 9 kes hatin qetilkirin, 23 kes jî birîndar bûn. Her wiha li Kobanê êrişa bi balafirên bêmirov ên biçek pêk hat. Ev bûyer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî bertekên tund hatin.

KOBANÊ

Koordînasyona Kongra Star, Maclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk ên herêma Firatê bi daxuyaniyeke hevpar êrişên dagirkeriya Tirk li Zaxo û Kobanê şermezar kirin.

Daxuyanî li Qada Azadiyê ya li bajêr hat dayîn, endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl xwend. Tê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bênavber gefan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, da ku şoreşê û destkeftiyên ku di 10 salan de pêk hatine, tune bike.”

Her wiha hat destnîşankirin ku hemwextî salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê welatên hegemonîk civînên xwe yên li ser hesabê xwîna gelên herêmê li dar dixin û hate gotin ku di encama civîna dawîn a dewleta Tirk a dagirker de êrişa li ser Zaxoyê çêbû ku di nava şehîdan de zaroka yek salî Zehra hebû. Di heman demê de êrişeke hewayî li bajarê Kobanê jî pêk hat.

Bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî hat kirin ku sînorekî ji sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li herêmê re bê danîn û qedexeya hewayî bê ferzkirin.

TIL BIRAK

Saziyên sivîl ên navçeya Til Birakê jî bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kirin û tekez kirin ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê sûc û destdirêjiya li xaka welatên cîran dewam dikin, da ku aramî û îstiqrarê têk bibin û hewayeke guncaw ji bo rêxistinên terorîst û DAIŞ`ê ava bikin.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Qamişlo jî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiya Zaxoyê şermezar kirin, banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Hevserokê Meclisa PYD`ê Mesûd Dawûd daxuyanî xwend û tekez kir ku dagirkeriya Tirk li pêş çavên cîhanê hurmeta welatên cîran binpê dike, herêmên bi sivîlan dagirtî topbaran dike û sûcên dermirovî pêk tîne.

Di daxuyaniyê de bang li welatên garantor, demokrasîxwaz, NY û saziyên mafên mirovan hat kirin li hember dewleta Tirk û siyasetên wê yên dermirovî tedbîrên pêwîst bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

TIL KOÇER

Meclisa Navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo jî bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kir. Endamê meclisê Zahid Hesen li pêş Meclisa Gel a navçeyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya xwe de meclisê diyar kir ku sedema sereke ya têkbirina îstiqrara herêmê û Rojhilata Navîn,  dewleta Tirk a faşîst e û hate gotin: “Bi kuştin û rûxandinê hewl dide gelê me ji avakirina civaka demokratîk a li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş dûr bixe.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî hat rexnekirin.

MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo şermezarkirina vê komkujiyê û êrişa li Kobanê, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Cemîlî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk li ser Zaxo û Kobanê hatin şermezarkirin û hate gotin êdî sûcên dagirkeriya Tirk ên dermirovî ji her kesî ve xuya dikin.

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê jî sûcê dewleta Tirk a dagirker li qezaya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê kiriye, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevseroka meclisê Rewşan Mihemed daxuyanî xwend û bi dehan endamên malbatên şehîdan amade bûn.

Hate bibîrxistin ku li cihê geştiyariyê ya li gundê Perex ê Zaxoyê, xwîna Kurd û ereban tevlîhev bû û hate gotin: “Sponserê terorê dewleta Tirk a osmanî û dagirker di dijminahiya xwe de ferqê naxe navbera Kurd û Ereban de.”

Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê hatin şermezarkirin û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku erkên xwe bi ci bînin û dawî li "teroa dewleta Tirk a cîhanî ya li dijî gelên me li her deverê bînin."

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Gel a Navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyanî da. Hevserokê meclisê Rustem Bekir daxuyanî xwend.

Meclisê piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re anîn ziman û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk serdestiya xaka Iraqê bin pê dike

Her wiha bang li Iraqê hate kirin ku der barê komkujiya li Xazoyê de ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, lêpirsînekê veke.

ŞEDADÊ

Bi heman armancê Meclisa Navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê komkujiya li Zaxoyê şermezar kir. Endamê meclisê Fadil El-Hisên daxuyanî xwend.

Meclisê komkujiya li Zaxoyê bi karekî terorîst ê newêrek bi nav kir û anî ziman ku sedema vê komkujiyê bêdengiya hikumeta Iraq û PDK'ê ye.

Her wiha destnîşan kir ku komkujî û êrişên Tirkiyê berdewama zihniyeta wê ya li hedefgirtina gelên Rojhilata Navîn ji Kemalîzm heta Erdogan e û berdewama komkujiyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

HOL

Meclisa Navçeya Holê ya kantona Hesekê jî bi heman mebestê daxuyanî da. Endamê meclisê Emar Mûsa  daxuyanî xwend. Emar Mûsa anî ziman ku dewleat Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî qanûn û peymanên mafên mirovan û hurmeta dewletên cîranê bin pê dike

Her wiha bang li hêzên demokratîk û azad hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê û Iraqê bixebitin.

ANHA