Di çarçoveya xweparastina ji êrişan  de her kes bûye şervan

Di çarçoveya amadekariyên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de, niştecihên navçeya Amûdê li taxan satiran çêdikin.

Di çarçoveya xweparastina ji êrişan  de her kes bûye şervan
Di çarçoveya xweparastina ji êrişan  de her kes bûye şervan
Di çarçoveya xweparastina ji êrişan  de her kes bûye şervan
Di çarçoveya xweparastina ji êrişan  de her kes bûye şervan
Di çarçoveya xweparastina ji êrişan  de her kes bûye şervan
21 tîrmeh, 2022   13:32
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dema gelek rastî êriş an jî gefan tê, xak, hebûn û mal û milkên wan dike armanc, lewre ji her ferdekî tê xwestin ku li kêleka şervanan bisekine û beşek ji vî şerî be.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê gefan dixwe û li ser wê Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand. Di vê çarçoveyê de welatî di qada tibî û lojîstîkî û parastina xakê de amadekariyên xwe dikin.

Li dijî gefên heyî şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi hevkariya saziyên sivîl, civakî, jinan û perwerdê li ketin û derketina hemû taxên navçeyê satir danîn.

Têkildarî mijarê ajansa me nêrînên welatiyan girt.

'EM BI XAKA XWE VE GIRÊDAYÎ NE'

Welatiya bi navê Civîn Hebîb mamosteya zimanê kurdî ye axivî û got: "Têkildarî êrişên muhteml ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê li hemû taxên navçeyê me satir çêkirin. Ji xwe amadekariyên tên kirin jî hemû endamên saziyên sivîl, civakî û niştecihên navçeyê bi awayekî dewrî pê radibin."

Civîn Hebîb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên li ser herêmên wan hewl dide projeya Osmanî ya nû li ser xaka wan pêk bîne, erdnîgariya wê biguhere û Mîsaqî Millî pêk bîne.

Civîn Hebîb anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide vîna gelê herêmê bişkîne û got: "Em ê bi hemû hêza xwe parastina xaka xwe bikin.''

Civîn Hebîb da zanîn ku gelê herêmê di vê qonaxê de xeta berxwedanê esas girt û ew ê li kêleka hêzên leşkerî parastinê bikin.

'ERKA PARASTINA XAKÊ NAKEVE SER MILÊN HÊZÊN LEŞKERÎ BI TENÊ'

Berdevka Rêveberiya Dibistanên Navçeya Amûdê Hena Xalid tev li çêkirina satireke li taxekê bû, li ser rewşa awarte ya Rêveberiya Xweser ragihand got, parastin bi hevkariya endamên saziyan û gelê navçeyê pêkan e.

Hena Xalid anî ziman ku divê her kes tev li rewşa awarte bibe û bi armanca parastina herêmê ji êrişên dagirkeriyê destekê bide hêzên leşkerî û wiha dewam kir: "Erka parastina xakê ne tenê ji hêzên leşkerî tê xwestin, lê belê erka her kesî ye."

Hena da zanîn ku hêzên leşkerî karin parastina wan ji êrişên dewleta Tirk bikin, lê ev nayê wê wateyê ku destekê nedin wan û hemû hewcedariyên wan pêk neynin.

'EM Ê XWE BIPARÊZIN'

Welatiyê bi navê Riyad Şêx Sînan diyar kir ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka QSD`ê şer bikin û wiha dewam kir: "Heta niha me şerê tu kesî nekiriye, lê ger em rastî êrişan hatin ji mafên me ye ku em parastina xwe bikin."

Şêx Sînan da zanîn ku têkildarî parastina herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk ew ê piştgiriya xwe ya ji hêzên leşkerî re dewam bike û rê nede wê ku bohostek ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

(eh)

ANHA