Eşîrên Ereb û Kurd komkujiya li Zaxoyê şermezar kir

Eşîrên Ereb û Kurd ên li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê şermezar kir.

Eşîrên Ereb û Kurd komkujiya li Zaxoyê şermezar kir
21 tîrmeh, 2022   12:53
QAMIŞLO

Duh artêşa Tirk a dagirker komek geştiyar li gundê Perex ê Zaxoyê bombebaran kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn.

Bertekên li hemberî vê komkujiyê dewam dikin. Li navçeya Tirbespiyê jî êlên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê şêxê aşîra El-Esyad El-Heyayîn şêx Eladîn şêx Ehmed ve, li ber avahiya 'Salona Siyahî' hate dayîn.

Di daxuyaniya xwe de êlên Ereb û Kurd, destdirêjiya dewleta Tirk û sûcên wê yên armanckirina axa Iraqê û binpêkirina serweriya dewletan şermezar kirin.

Daxuyaniyê diyar kir ku “divê Tirkiye wek dewleteke derqanûnî were binavkirin û ev binpêkirin ji bo sivîlan êrişeke li dijî jiyan û azadiya wan û xetereyeke eşkere ye."

Eşîrên Ereb û Kurd got "Hikûmeta AKP'ê li Iraq û Sûriyê xwedî pirojeyeke dagirkeriyê ye ku ev yek jî bi êrişkirina bênavber a li ser her du welatan a bi hincet û bihaneyên ne rast, eşkere dibe. Bi vê yekê dixwaze Mîsaqî Millî dubare vegerîne ya ku di yek ji bendên xwe de vegerandina parêzgehên Mûsil û Helebê yên Iraq û Sûiyê ji bo desthilatdariya dewleta Tirk re, dihewîne û pêkanîna xewnên rejîma Tirk bi ji nû ve vejandina Împaratoriya Osmanî."

Daxuyanî wiha didome: "Rejîma Tirk di bin çavê hemû cîhanê de, bi têkbirina ewlekarî û aştiya welatên din ên weke Lîbya, Ermenîstan, Yemen û Misirê, roleke xirabiyê dilîze. Her wiha em li bîra civaka navdewletî bînin ku rejîma Tirk rejîmek li dijî mirovahiyê ye ku pêkhate û civakên li derveyî sînorên xwe dike hedef."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, eşîrên Kurd û Ereb bang li NY’yê kir ku demildest destwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên berdewam ên dewleta Tirk ku li Sûriyê û Iraqê sivîlan dike armanc, deyne.