Nivîsgeha MSD’ê li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê semînerek da

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê li Reqayê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê semînerek da û tê de destkeftiyên jinan pêk anîne, pîroz kir.

Nivîsgeha MSD’ê li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê semînerek da
21 tîrmeh, 2022   12:48
REQA

Di semînerê de bi dehan endamên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û saziyên sivîl ên Reqayê beşdar bûn.

Di semînerê de xebat û destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sînevîzyonekê hatin pêşandan.

Dûre endama nivîsgehê Fatme Mihemed semînera bi sernavê "Şoreşa 19’ê Tîrmehê" şîrove kir û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jina azad ku destkeftî di hemû aliyên siyasî, aborî, leşkerî û hwd de pêk anîn."

Fatme Mihemed wiha domand: "Rola jinê di siyasî de mezin bû û bi hevserokatiya di Rêveberiya Xweser de tacîdar bû. Her wiha gelek projeyên aborî yên jinan hatin vekirin."

Fatme Mihemed li ser zextên li dijî jinan di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de axivî, her wiha li ser guhartinên piştî qonaxa rizgarkirin herêmê bi saya hêzên herêmê û YPJ’ê axivî û got: "Jinê israr kir ku rola wê di eniyên pêş de hebe."

Fatme Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe spart rêgeza bê jin jiyan nabe. Jiber azadiya civakê ji azadiya jinê ye."

Li aliyekî din jî seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debîbe Nasir salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Her wiha endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl got Şoreşa 19’ê Tîrmehê jiyana gel guhart, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir yek û mafên jinan dayê.

Feyrûz Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo binketina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina vîna jinan êriş dike.

 (fr)

ANHA