Artêşa Tirk a dagirker gundekî bakurê Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev ji baregeha xwe ya li gundê Ereb Hesen bi çekên giran gundê Mihsenlî yê bakurê bajarê Minbicê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundekî bakurê Minbicê topbaran kir
18 tîrmeh, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê got: "Topbaran duh êvarê saet 7:10`an dest pê kir û heta 7:30`an dewam kir. Li gorî bîlançoya destpêkê, 9 top li nêzî malên sivîlan ketin û zirar gihaşt mal û milkên wan."

Li gorî daxuyaniya navendê, artêşa Tirk a dagirker hîn jî li dijî niştecihên gundên li hemberî eniyên şer sûcan pêk tîne.

(eh)