Li Dirbêsiyê jêrzemîn û nuqteyên tenduristiyê tên amadekirin û xwarin tê depokirin

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku li hemberî gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amadehî têne kirin. Şêniyên gundên sînorî jî anîn ziman ku mayîna li ser xakê li hemberî planên dagirkeriyê benda asê ye.

Li Dirbêsiyê jêrzemîn û nuqteyên tenduristiyê tên amadekirin û xwarin tê depokirin
18 tîrmeh, 2022   08:00
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte li herêmê ragihand. Bi ragihandina rewşa awarte re, meclisên navçe û bajaran xwe li gorî vê rewşê bi rêxistin dikin û li kêleka hêzên leşkerî yên parastinê amadekariyên pêwîst dikin.

Li navçeya Dirbêsiyê ya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, maseyên krîzê hatin avakirin. Ev mase ji komîteyên jin, tenduristî, parastin, ciwan, komîn û partiyên siyasî pêk tê.

Li ser mijarê Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê û endamê rêveber ê maseya krîzê Rustem Bekir diyar kir ku dema welatek li hemberî xeterî û karesatên xwezayî wekî lehî an şewtan, an jî gefên şeran rû bi rû dimîne, rewşa awarte tê ragihandin. Her wiha diyar kir ku ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber gef û êrişên domdar ên Tirkiyê biryareke di cih de ye.

Bekir destnîşan kir ku ji zêdetirî 10 salan ve ji ber şerê li dijî DAIŞ, şerên li Efrîn, Serêkaniiyê û Girê Spî herêm bi awayekî nerasterast di rewşeke awarte de ye.

'ME JÊRZEMÎN AMADE KIRINE'

Rustem Bekir diyar kir ku wan tevahî amadekarî bi dawî kirine û got: "Li navenda navçeyê û gundên wê me jêrzemîn di hemû aliyan de hazir kirine da ku şênî, zarok û kesên bi temen xwe bispêrinê. Her wiha me xwarin depo kiriye, me navendên tenduristiyê li derveyî navenda navçeyê vekirine û pêwîstiyên wê dabîn kirine, ji ber ku Nexweşxaneya Xebat nêzî sînor e."

Bekir îşaret pê kir ku rola Hêzên Parastina Civakî û ciwanan di parastina herêmê de girîng e, çi di aliyê leşkerî de an jî birêxistinkirina civakê li gorî şerê gel ê şoreşgerî be, yan di parastina taxên nêzî sînor de û alîkardayîna bi şêniyan re.

Bekir got: "Ji bo Hêzên Parastina Civakî û ciwanan bernameyeke taybet hatiya danîn."

Têkildarî komînan jî Bekir ev tişt anî ziman: "Li gel mîsyona xizmetguzariyê, di dema şer de komîn vediguhere komîneke leşkerî û civakî, mîsyona wê birêxistinkirina civakê û parastina taxan, hişyarkirina şêniyan ji şerê taybet e ku dijmin dimeşîne."

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir bang li şêniyan kir ku ji şerê taybet  hişyar bikn û got: "Bi rêya ragihandina xwe, armanc dikin ku bajar û gundan ji niştecihên wê vala bikin. Divê şênî ji van derewan bawer nekin û madyaya ku rastiyê radighînin, bişopînin."

Hevserokê rêxistina PYD'ê ya Dirbêsiyê Mihemed Xelef jî zanî ziman ku divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê biparêzin û got: "Heger pêkhateyên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî bin û li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin, Tirkiyê nikare êrişî herêmê bike û dê paşde vegere."

Xelef îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Tirkiyeke nû li ser esasê qirkirina kurdan ava bike mîna Tirkiya kevin a li ser qirkirina Ermen, Çerkes  û suryanan hatî avakirin û got: "Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xaka xwe ve girêdayî bin, derfet nedin dijmin ku derbasî xaka me bibe, divê gel destekê bide hêzên leşkerî yên herêmê diparêzin."

'DIVÊ XEBAT WERE XURTKIRIN'

Mihemed Xelef destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêkanîna berxwedana gelan a şoreşgerî de gihiştine asteke baş, lê ev têrê nakê û wiha pê de çû: "Divê xebat were xurtkirin û ji siyasetên şerê taybet hişyartir bin ku armanc dike welatiyan bi mijarên jiyanî yên rojane mijûl bike û wan ji armancên sereke dûr bixe."

Xelef sedema ku heta niha dewleta Tirk gefên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neaniye spart mayîna pêkhateyên herêmê li ser xaka xwe û got: "Ev nameyeke xurt ji dijmin re ye ku gelên herêmê hîna li vir e û derneketiye."

Mihemed Xelef bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî Tirkiyê hevgirtî bin.

Şêniyên gundên sînorî yên navçeyê jî diyar kirin ku li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin, berxwedanê xurt bikin, bêyî ku xwe bispêrin dewletên ku mudaxeleyê Sûriyê dikin.

Hesen Elî ji gundê Berkê ye gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û dev ji xaka xwe bernadin."

Elî anî ziman ku armanca dewleta Tirkiyê ew e ku qada dagirkeriyê li Sûriyê berfireh bike û herêmên dagirkeriyê tev li xwe bike.

Welatiyê bi navê Qasim Qaso ji gundê Bîr Kevirê ye da zanîn ku ew ê li hemberî gef û êrişan li ber xwe bidin û wiha domand: "Em herêmên xwe terik nakin, em dev ji xak û malên xwe bernadin, ji ber ku em şer naxwazin. Tirkiyê çi ji me û herêmên me dixwaze?. Lê armanca wê diyar e ku dixwaze herêmên me dagir bike."

Welatiya bi navê Danyal Şêxê ya ji gundê Til Kermê diyar kir ku jinên gund amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û got: "Ev gef û êriş ne yên yekemîn e û ne jî yên dawî ne. Em jin amade ne bersiva her êrişekê bidin, ji ber ku em bi hêztir bûne û ji berê bêtir amade ne."

Welatiya bi navê Menal Fetah ji gundê Sêgir e bal kişand ser hebûna dewletên garantor li herêmê û got, hebûna wan bê fêde ye, ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe li ser hesabê pêkhateyên herêmê kar dikin û dixwazin kurdan qir bikin.

ANHA