Li Tehranê civîna berjewendî û nakokiyan: Gelo dê hevbendiya Astanayê azarên sûriyan zêdetir bike?

Çavên her kesî li paytexta Îranê Tehranê ye ku dê mazûvaniya civîna serokên Rûsya, Îran û dagirkeriya Tirk bike. Her sê serok, qaşo ji bo nîqaşkirina kêşeyên hevbeş, nakokiyên di navbera xwe de, bi taybet dosyaya Sûriyê, vê civînê dê li dar bixin. Gelo Pûtîn, Erdogan û Reîsî dê çi gotûbêj bikin? Gelo dê rêzfîlma Astanayê bi dubarekirina trajediya reş a li dijî sûriyan bidome?

Li Tehranê civîna berjewendî û nakokiyan: Gelo dê hevbendiya Astanayê azarên sûriyan zêdetir bike?
18 tîrmeh, 2022   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Paytexta Îranê Tehranê sibe mazûvaniya civîna serokên Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û yê Îranê Îbrahîm Reîsî dike.

Li gorî ajansa TASS, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov got civîn dê bûyereke gelek girîng be.

GELO EV ALÎ DÊ ÇI NÎQAŞ BIKIN ?

Li gorî daxuyaniyên rayedarên her sê welatan, gotûbêj dê di serî de li ser dosyaya Sûriyê be, ji ber ku medyaya dagirkeriya Tirkiyê ragihand ku Erdogan dê li ser hewldanên xwe yên ji bo êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine.

Ji bilî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêkên li Idlibê hene û lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li wê derê, ku Rûsya û hikumeta Şamê topbarana xwe li ser herêmê zêde kirine, di dubarekirina senaryoya aloziyê de berî danûstandinan ku piştre bi peymanekê li ser hesabê gelê Sûriyê bi dawî bû.

Ev civîn hem ji bo Rûsya û hem jî ji bo Îranê gelek girîng e, ji ber ku hemwextî serdana serokê Amerîkayê Joe Biden bo Rojhilata Navîn û gotûbêja li ser bloka Erebî-Îsraîlî-Rojavayî ye ku hem Moskov û hem jî Tehranê bi fikar dike. Ji ber wê şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan serdana Pûtîn wek "tehdîdeke gelek giran" hesiband.

Ji bilî gotûbêjkirina kêşeyên hevpar ên van welatan, cudahî di navbera van her sê welatan de hene, ji wan jî guherbariya helwesta Tirkiyê li ser tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukrayna û nakokiyên Rûsya û rojava, helwesta Rûsyayê li ser hebûna Îranê li Sûriyê û nebersivandina êrîşên Îsraîlê yên li ser hêzên Îranê, li rex wê jî dosyaya Idlibê ya aloz heye, helwesta dagirkeriya Tirk li hember hikumeta Şamê û hewlên wê ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyê.

BERJEWENDIYÊN BIGIRÊK Û NAKOK

Lêkolînerê peywendiyên navneteweyî Tariq Wehbî ev civîn weke "hevdîtina reaksiyon û nakokiyan" bi nav kir û got: "Ragihandina vê hevdîtinê ne ji berê ve hatibû bernamekirin, lê hemwextî serdana serokê Amerîkayê Joe Biden hat. Ji wê girîngtir serok Pûtîn ev yek ji dîplomasiya Îranê qebûl kir di çarçoveya dijminê dijminê min dostê min e û ji wê zêdetir dibe ku Pûtîn ji bo derketina ji qeyrana xwe ya li Ukrayna planek nû hebe û dibe ku hem di Tehran û hem jî di Enqereyê re derbas bibe."

Wehbî ev yek diyar kir: "Ev civîn bi sernavê berjewendiyên bigirêk û nakok e, ji ber ku Rûsya hewl dide Îranê nekeve xefika firotina petrola xwe ji bo welatên rojavayî weke bersivdayîna cezayên rojavayî yên li ser Rûsyayê. Her wiha dosyayên çekkirinê û koordînekirinê jî hene. Ji van dosyayan ya herî girîng hebûna Îran-Rûsya li Sûriyê û têkilbûna nav kêşeya ku Tirkiyê ji bo bindestkirina hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daye destpêkirin e.”

‘BI SERDANA BIDEN VE GIRÊDAYÎ YE’

Li ser bernameya civînê Wehbî got: "Ew jî dê bi encamên serdana Biden û hemû peymanên ku dê bên îmzekirin ve girêdayî be. Dibe ku naveroka wê hem ji bo Îran û hem jî ji bo Rûsyayê neyînî be. Faktora ewlehiyê dê civînê bimeşîne. Civîna ku dê hewl bide, wekî her carê, hevbendiyeke dijber lê giran ava bike. Ji ber ku Rûsya bi şerê xwe yê Ukraynayê mijûl e, Îran di aliyê aborî û siyasî û heta leşkerî de westiyayî ye bi taybet piştî berbelavkirina Artêşa Pasdarên Îranê li gelek dewletên Ereban. Ya di vê qadê de sûdê digire jî Tirkiyê ye, ew hewl dide bibe navbeynkarê şerê li Ukraynayê, sûdê ji fişarên Rûsya-Îran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire. Lê dîsa jî ji hebûna Amerîka û rojava li vê herêmê û beriya pêkanîna her êrişekê baldar e.”

Wehbî wiha domand: "Ev civîn dê tenê rûbirûbûn û redkirina sernavê serdana Biden be û dibe ku hevbendiyeke leşkerî ya Îran û Rûsyayê çêbike. Ev yek dê projeyên hedefgirtina Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve aloz bike. Ev yek jî bi rêya reklamkirina hevbendiyeke leşkerî ya Rojhilata Navîn di bin sîwana Amerîka û fermandariya Îsraîlê de diyar dibe. Lê ev yek ne pêkan e. Ji ber ku piraniya welatên Rojhilata Navîn ji hêza Îsraîlê ditirsin, xistina wî di pozîsyona fermandariyê de dê bertekeke neyînî li ser Ereban çêke ku ji hemû reftarên dijminane yên Îsraîlê bê zar bûne.”

Wehbî di wê baweriyê de ye ku civîna li Tehranê dibe li ser wan kesên ku banga wê dikin, lanet be û wiha domand: Ev civîn reaksyoneke ku li ser bingeha tengavbûna siyasî li ser asta hundirîn e û nekarîna peydakirina çareseriyan da ku ji cezayan xilas bibin. Rojên bê dê ji bo hinekan xeternak û heta wêranker bin, ji ber vê yekê divê em hemî amade bin."

CIHEKÎ MEZIN JI BO DOSYAYA SÛRIYÊ

Rêzefîlma "Astana" bi dubarekirina trajediya reş didome ku ji aliyê Sûriyiyan ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wan bi 3 peymanên "Rûsya, Tirkiye û Îran" hatiye kirin. Van her sê dewletan Sûriye wêran kir, gelê wê koçber kir, niha jî qaşo îdia dikin ku ew bi berjewendiyên sûriyan re ne.

Siyasetmedar û akademîsyena sûrî Dr. Semîra Mubeyid der barê civîna Tehranê ya bê de got: “Şerê li Sûriyê hê jî faktora herî girîng a li herêmê û cîhanê ye û bi dosyayên girîng ên Rûsya, Tirkiyê û Îranê ve girêdayî ye, di nav de şerê Rûsya-Ukrayna, dosyaya nukleerî ya Îranê û gelek pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê, wek pirsgirêka penaberan, pirsgirêka kurd û hwd. Ji ber van sedeman ez difikirim ku Sûriye dê cihekî berfireh bigire di gotûbêjan de ji ber ku her yek ji van welatan hewl dide berjewendiyên xwe bi rêya ajandeyên yên rejîm û opozisyonê. Mixabin ev gotûbêj li gel tunebûna aliyên Sûriyê têne kirin ku dikarin çareseriyaan pêşkêş bikin da ku ewlehiya pêşeroja Sûriyê û sûriyan biparêzin.”

‘TIRK LI PEYMANEKÊ DIGERIN’

Van welatan (Rûsya-Tirkiye-Îran) di navbera 23-24`ê Çileya 2017an de civînên Astanayê ji bo gotûbêjkirina kirîza Sûriyê bêyî hebûna xwediyên krîzê li dar xistin, lê armancên gotûbêj û encamên wan zelal bûn, ew jî berdewamiya lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê, ne tiştekî din e.

Di gerên li pey hev de şêwazê lihevkirin û bazarên siyasî serdest bûn, beriya her gereke Astana gurkirinek li ser erdê hebû, ku aliyê serketî li maseya danûstandinan bi kar bîne û di dawiya wan civînan de, alî hegemonî bi hev diguhertin.

Di pratîkê de rêzfîlma Astana tu çareserî ji sûriyan re pêşkêş nekir lê belê bi kar anî. Di gera 4`an a ku di Gulana 2017`an de hatiye lidarxistin, bi lihevkriina Herêmên bêçek bi dawî bû ku armanca wê ji nû ve kontrolkirina hêzên hikumeta Şamê ya rûberên fireh ên axa Sûriyê bû, piştî ku tevî desteka Rûsya û Îranê nekarî bi rêya şerê wê bidest bixe.

Li gorî peymana "herêmên bêçek" ku 4 herêm di nav xwe de dihewîne, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi fermana dewleta Tirk, dema ku hêzên hikumeta Şamê êrişî herêmekê kirin, li hemû eniyan şer rawestand ji bo ku Rûsya mudaxele bike û lihevkirinan pêk bîne ku di encamê de çete û malbatên wan ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk re yên li bakurê Sûriyê hatin veguhestin.

Ev siyaset li gundewarên Şam, Hims û Helebê pêk hatin ku hêzên Şamê kontrol kirin li beramber wê Tirkiyê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kriin.

Semîra Mubeyd li ser dosya gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: "Tirkiye kerta gurkirina leşkerî weke faktoreke zextê ya berdewam li ser xaka Sûriyê bi kar tîne da ku destkeftiyên zêde bi dest bixe, nemaze berfirehkirina hegemonya xwe li ser xaka Sûriyê. Lê ev pêşniyar ji ber gelek sedeman ji aliyên beşdarî Astanayê bûne, bersiv negirtin. Ji van sedeman a herî girîng; welatên mayî jî xwestin ku bandora xwe ya leşkerî berfireh bikin. Her wiha ji ber tevliheviyê, nebûna aramiyê li herêmên di bin kontrola opozisyonê de yên girêdayî Tirkiyê û tirsa ji xirabûna zêdetir ya ewlehî û bilindbûna radîkaliyê di nav milîsên tundraw ên cuda de li bakurê Sûriyê, ev pêşniyar hatin redkirin.”

Akademisyena sûrî bal kişand ser wê yekê ku ev welat "hewl didin lihevkirin û mekanîzmeyekê ji bo parvekirina xaka Sûriyê û belavkirina hegemoya leşkerî, siyasî û bîrdozî di nav wê de û ev li gotina xwe zêde kir: Ev senaryoya trajîk dê Sûriyê bixe bin mêtingeriya gelek qutib û erdek şewitî ku hikumetên derve berhem û xelkê wê kontrol bikin. Mîna vê lihevkirinê ne pêkan e madem sûrî vê yekê red dikin."

Semîra Mubeyd wiha berdewam kir: "Tevî ku hikumetên defakto, mîna rejîm, opozisyonê û yên girêdayî van welatan û serwerî li ser xaka Sûriyê dikin, îro li vê parvekirinê digerin di hewlekê de ji bo vegerandina sîstema kevn li herêmê, lê bi redkirina eşkere ya gel re rû bi rû ne. Lewra ne mimkûn e ku li derveyî çarçoveya hewldanên guhertina siyasî li Sûriyê, lihevkirineke siyasî pêk were.”

HEWLDANA ÇÊKIRINA PERGALA BERÊ

Semîra Mubeyd rola aliyên Astanayê di qonaxa berê de nirxand û got: "Di serî de em dikarin rola van her sê aliyan bi pêkanîna berjewendiyên xwe di radeya yekemîn de kurt bikin bi rêya ji nû ve hilberandina pergala kevneperest, sîstema nakokiyên îdeolojîk û sûdmendên wê li ser asta leşkerî, olî û netewî. Ev pergal têkçûna xwe di parastina ewlehî û aramiyê de li ser asta herêmî û navneteweyî îspat kiriye. Di encamê de tundrawî û radîkalî çêbû. Ev tundrawî li ser bingeha wêraniyên sivîlan û wêrankirina Sûriyê, rêgirtina li pêşiya pêşketin û geşepêdana Sûriyê ava bû. Ji ber wê divê em Sûriyê ji van nakokiyên dûr bixin û hewl bidin serxwebûnê ava bikin li gorî şertên mayînde û jiyana li gel astengiyên mezin ên li dijî herêmê mîna bilindbûna germahiya avahewayê û pandemiyan.”

(şx)

ANHA