​​​​​​​‛Tîfaqa erebî-kurdî dikare rê li ber zêdegaviyên Tirkiyê bigire’

Têkildarî êrişên û destwerdanên dewleta Tirk ên li welatên ereban, pisporan diyar kirin ku tîfaqa erebî-kurdî dikare rê li ber zêdegaviyên Tirkiyê yên li herêmê bigire.

​​​​​​​‛Tîfaqa erebî-kurdî dikare rê li ber zêdegaviyên Tirkiyê bigire’
18 tîrmeh, 2022   03:42
QAHÎRE- MUHSIN EL-MISIRÎ

Têkildarî girîngiya tîfaqa erebî-kurdî, siyasetmdar, nivîskar û lêkolîneran ji ANHA'yê re axivîn û diyar kirin ku li hemberî projeyên Tirkiyê yên dagirkirinê li Rojhilata Navîn ev tîfaq pêwîstiyeke.

HEVBENDIYA GIRÎNG

Têkildarî mijarê, nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Qahîre Leyla Mûsa da zanîn ku dewleta Tirk li gorî siyasetên xwe yên pragmatîzmî hewl dide şans û rewşên herî mezin wergire da ku stratejiya xwe li herêmê pêk bîne û got: " Sûdê ji geşedanên digire, nemaze bûyerên ku piştî şoreşên buhara gelan derketine û girîngiya cihê xwe yên jeopolîtîk, da ku bi rêya alavên xwe yên îslama siyasî yên bi navên cûda  projeya wê ya dagirkeriyê pêk bîne."

Leyla Mûsa anî ziman ku ev dagirkerî ji bilî qirkirina gelên herêmê yên resen ne pêkan e û tişt li Efrîna ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin pêk tê, ji kiryarên qirkirina etnîkî, çandî û guhartina demografîk nîşaneya vê yekê ne.

Leyla Mûsa teqez kir ku dewleta Tirk bi projeya xwe gelên herêmê yên resen bi giştî hedef digire, ji ber ku ewlehiya xwe bi rêya qirkirin û tunekirina gelên herêmê û dîroka wan pêk tîne.

Her wiha Leyla Mûsa da zanîn ku ew îro bi hedefgirtina gelê Kurd li Sûriyê hincetan dike, lê belê bi serkêşiya wê ji cîhana îslamî re kiryarên tirkkirinê li bakurê Sûriyê pêk tîne, perwerdeya bi tirkî dide, pereyên tirkî û nasnameya tirkî ferz dike.

Nûnera MSD’ê li Qahîre Leyla Mûsa diyar kir ku ev qonaxa dîrokî ku herêmê têre derbas dibe pêdiviya xwe bi hevbendiyeke kurdî –erebî heye ku li herêmê projeyên Tirkiyê yên berfirehkirin û dagirkirinê bisekine û bi hev re şerê terorê yê bi nûnertiya kom û rêxistinên îslamî bikin ku alavên AKP’ê yên stratejîk in û bi wê re destwerdanê li kar û barên herêma ereb bike.

Leyla Mûsa hişyarî da, ku ger hevbendiya erebî-kurdî çênebe wê çarenûsa gelên herêmê û berjewendiyên wê rûbirûyî gefan in û derî li pêş parçebûn û tevliheviya gelan vedike û bihêle ew bibin hêzek ji bo xizmet û berejwendiyên Osmaniya Nû.

Li aliyekî din jî lêkolînerê misirî ya têkiliyên navneteweyî Ehmed El-Enanî got damezrandina hevbendiya erebî-kurdî wê bandorê li îstîqrara herêmê bike û li pêşiya zêdegaviyên dewleta Tirk li xaka ereb bigire, li aliyekî din jî wê neynokên dewleta Tirk li Sûriyê qut bike û çi êrişeke leşkerî li bakurê Sûriyê û binpêkirina wê ji serweriya Iraqê re jî rewestîne.

El-Enanî ku yek ji rêveberên Partiya Parêzvana Welat a Misirî (Partiya Humat El-Weten a Misirî) ye, pesna arastkirina hêzên Kurd ji bo hevkariya bi dewletên Ereb re, xwesteka wan a alîkariyê di pêşkêşkirina çareseriyan ji krîza Sûriyê re û sekna li hember destwerdanên dewleta Tirk li herêmê, da.

El-Enanî destnîşan kir ku nêzîkbûna kurdî-erebî nûnertiya rêbezeke aktîf ku dikare zextê li Enqere û AKP’ê bike da ku siyasetên xwe biguhere û binpêkirinên xwe li hember dewletên herêmê rawestîne.

Pisporê têkiliyên navneteweyî Ehmed El-Enanî eşkere kir ku dewletên Ereb bi awayekî mezin hewl didin xwe bigihînin lihevkirinekê bi hêzên Kurd re bi taybet li Sûriyê, her wiha hewl didin Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê nêzî hev bikin ku li hember çi destwerdanên dewleta Tirk ên pêşerojê li bakurê Sûriyê bisekinin.

Lêkolîner El-Enanî  her wiha eşkere kir ku tevgereke erebî ya bi serkêşiya Misir û Urdinê heye ku hevkariyê bi Iraqê re bike da ku serweriya wê biparêze û binpêkirinên dewleta Tirk li herêma Kurdistanê û bakurê Iraqê rawestîne.

HEVKARÊN OL Û ETNÎKÎ

Nivîskarê Kurd Hisên Omer da zanîn ku di dirêjahiya salên borî de pêdiviya gelên Ereb û Kurd bi diyalog, hevkarî û hevgirtinê tune bû, bi taybet piştî parçekirina herêmê ya bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re û avakirina nexşeyên nû yên dewletên li ser bingeha etnîk an jî netewedewletê hatin avakirin.

Omer da xuyand ku ji dema ku îslam derbasî herêma kurdan bûye, Ereb û Kurd bi hev re hevkar in, êdî piranî gelê Kurd bûne şirîkên pêbawer ji bo tevlêbûna banga nû re. Her du gel bi hev re ji bo banga nû û berfirehkirinê hevkar in.

Hisên Omer diyar kir ku li gel rewşên awarte ku herêm û dewletên wê tê re derbas dibin êdî pêdivî bi lidarxistina panel, hevdîtin û civînan di navbera beşên cuda yên gel û pêkhateyên herêmê heye, da ku formekê ji bo parastina mîrasa dîrokî, neteweyî û mirovî ya gelên herêmê deynin û ji wan re jiyana hevbeş ku xwe bispêre azadî, demokratî û wekheviyê pêk bînin.

(fr)

ANHA