ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2022
17 tîrmeh, 2022   23:00

-Têkildarî qetilkirina rojnamevan Menal El-Mizel li Dêrazorê, Komîteya Jinan a Zenûbiya ya Reqayê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê şahiyekê li ber avahiya Partiya Sûriya Pêşerojê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-TEV-DEM'ê têkildarî armancên dewleta Tirk ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola ciwanan li hemberî van êrişan panelekê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo gerîlayê HPG'ê Helkewt Bagok merasîmekê li ber mala wî li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmendarên kurdistanî destnîşan kir ku gelên dewletên Rojhilata Navîn pêdiviya wan bi tecrûbeya demokratîk a li Rojava heye û gotin: "Ev şoreş xwedî cewhereke mezin e û hêviyeke mezin dide gelan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegereke îtalî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi hemû rê û rêbazan Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin û got, "Vê şoreşê hêvî da hemû mirovahiyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso destnîşan kir ku şêniyên Efrînê yên koçber ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dipejirînin û got: “Şênî dê ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rizgarkirina deverên dagirkirî bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Amedekar a şahiya ku dê di 19'ê Tîrmehê de li Qamişlo li ser asta herêma Cizîrê, bi boneya salvegera 10'an a şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye li dar keve, bang li tevahî gelên herêmê kir ku bi coş beşdarî şahiyê bibin. Her wiha piştrast kir ku amadebûna şêniyan dê vîn û hêza şoreşê nû bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-TEV-DEM'ê salvegra Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir û bang li gelên herêmê kir ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî pêk bînin û tev li seferberiya giştî û rewşa awarte bibin.

CÎHAN

- Li gel gefên dewleta Tirk ên destpêkirina êrişên nû li hundirê Sûriyê, her wiha binpêkirinên bênavber ji serweriya Iraqê re û destwerdana Enqere li nakokiya Lîbya bi rêya komên çete yên girêdayî wê, gelek pisporan li ser girîngiya hebûna hevkariyeke Erebî-Kurdî ku dikare li hember projeya dewleta Tirk li herêmê bisekine axivîn. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk ku ji bo êrişeke nû pêk bîne li derfetan digere ku bi rêya têkilîyên dîplomatîk dixwaze bingeh ava bike. Piştî civîna NATO`yê ya dawîn û heta niha, di hemû hevdîtinên ku pêk tînin de dagirkirina Rojava rojeva serêke ye. Niha jî bala her kesî li civîna krêt e ya ku dê 19`ê Tîrmehê li Îranê were lidarxistin. Dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûrîyê niha dixwaze wan bike bin desthilatdariya xwe û bike parçeyek ji Tirkiyê. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de pereyên Tirkî tên bikaranîn û bi rêya vekirina saziyên perwerdeya zimanê tirkî polîtîkayên tirkkirinê pratîze dike. Ji bo ku dagirkeriya xwe mayînde bike bi hemû sazî û mezrên xwe bênavber dixebite.

RAPOR

- Çavên hemûyan li paytexta Îran Tehranê ye ku dê mazûvaniya civîna seorkên Rûsya, Îran û dagirekriya Tirk bike. Her sê serok, qaşo ji bo nîqaşkirina kêşeyên hevbeş, nakokiyên di navbera xwe de bi taybet dosyaya Sûriyê vê civînê dê li dar bixin. Gelo Pûtîn, Erdogan û Raîsî dê çi gotubêj bikin? Gelo dê rêzfîlma Astana bi dubarekirina trajediya reş a li dijî sûriyan bidome? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a navçeya Dêrikê gelek proje ji bo çareserkirina qutbûna avê pêk anîn, wek sererastkirina torên avê. Tê payîn ku projeyên dîtir di dema bê de werin pêkanîn, yek ji wan sererastkirina torên sereke li taxan û kolandina bîran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA