​​​​​​​Di hedefa êrişên dagirkiriyê de gelên heremê heye- Raûf KARAKOÇAN

​​​​​​​Di hedefa êrişên dagirkiriyê de gelên heremê heye- Raûf KARAKOÇAN
18 tîrmeh, 2022   00:19

Dewleta Tirk ku ji bo êrişeke nû pêk bîne li derfetan digere ku bi rêya têkilîyên dîplomatîk dixwaze bingeh ava bike. Piştî civîna NATO`yê ya dawîn û heta niha, di hemû hevdîtinên ku pêk tînin de dagirkirina Rojava rojeva serêke ye. Niha jî bala her kesî li civîna krêt e ya ku dê 19`ê Tîrmehê li Îranê were lidarxistin. Dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûrîyê niha dixwaze wan bike bin desthilatdariya xwe û bike parçeyek ji Tirkiyê. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de pereyên Tirkî tên bikaranîn û bi rêya vekirina saziyên perwerdeya zimanê tirkî polîtîkayên tirkkirinê pratîze dike. Ji bo ku dagirkeriya xwe mayînde bike bi hemû sazî û mezrên xwe bênavber dixebite.

HERÊMA EWLE: SPARTGEHA DAIŞ`Ê

Hincetên bi navê ewlehiyê ku dewleta Tirk behs dike hemû tenê hezeyan e. Dewletên ku dibêjin “Em fikarên Tirkiyê fem dikin” Kurdan ji çav derdixin û tenê ji bo berjewendîyên xwe yên neteweyî nêzik dibin û ji rê vekirina li ber trajediyên mirovî jî natirsin. Dewleta Tirk a ku di bin navê “heremên ewle” de gelek vekirî ku di herêmên dagirkirî de xuya dike cihên bi ewle ji serçeteyên DAIŞ`ê re ava kiriye. Serçeteyên DAIŞ’ê di heremên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tên kuştin, ev yek jî şirîkatiya TC û DAIŞ`ê bêguman nîşan dide. Şirîkatiya TC û DAIŞ`ê ya ku li ser dijminahiya gelan hatiye avakirin her ku diçe bêhtir ber bi rewşeke xeternak ve diçe. Li hember êrîşa dagirkiriya Tirk her çiqas Amerîka, Rûsya û Îran ji derve de bertek nîşan bidin jî, roleke texilker nadin ser xwe.

Di hedefa êrîşên dagirkeriyê de gelên heremê heye. Dixwazin dawî li statûya Rêveberiya Xweser ku gelên herêmê ava kirine, bînin. Modela rêveberî û pergala civakî ya tê xwestin were avakirin ji bo xwe xeternak dibînin. Rastîya polîtîkayên dewleta Tirk a ku dispêra dijminahiya Kurdan ew e ku li heremê armancên xwe pêk bîne. Dixwaze li ser tesfiyekirina Kurdan sînorên netew-dewleta xwe firehtir bike. Ev îhtimala êrişeke dagirkeriyê ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo Ereban e jî. Gelên Ereb ên ku ji zilma DAIŞ`ê zirar dîtiye niha jî ji êrîşên dagirkeriya Tirk zirarê dibîne. Berê tifinga dewleta Tirk a dagiker her çiqas li ser gelê Kurd e ewqasî jî li ser gelê Ereb û pêkhateyên din e.

NY ÊRIŞ PEJIRANDIYE

Serkeftina ku di tekoşîna li hember DAIŞ’e de hatiye bidestxistin hevkariya gelan di wateya mutleq de bûye diyarker. Ew rihê ku di bin stareya QSD’de bû yekdil çok li DAIŞ`ê şikand. Tê zanîn xwediyê resen ên destkeftiyên îro ev rihê yekîtiyê ye. Yekîtiya çarenûsa gelan bi vî hawî hat peydakirin. Li vê erdnîgariya ku şer lê diqewime tişta ku çarenûsa gelan eşkere dike tenê têkoşîna hevpar e. Divê neyê ji bîrkirin ku li hember yekîtiya gelan dê hertim êrîş hebin. Yek rê heye ku gelan qels dike, ew jî jihevxistina yekîtiyê ye.

Pirsgirêka yekîtiyê ya ku di hemû gelên Rojhilata Navîn de heye û nayê çareserkirin, rê li ber mûdaxeleyên derve vedike. Pirsgirêkên aborî, bêîstîqrariya sîyasî, gendelî û hêjarî di civakê de rê li ber qelişandinên kûr û kaosê vedike. Iraq ji bo vî mînaka herî eşkere ye. Yekîtiya Ereban a ku nayê peydekirin, nabe çarenûsa Ereban û divê nebe jî. Civakên Ereb ên ku bi rêveberiyên eskerî û qiraltî tên birevebirin de pirsgirikên demoqratîkbûyîn hene. Modela Bakur-Rojhilatê Sûriyê bûye modeleke ku di nav hemû geremoliyên rêveberiyê û civakî de nû şîn bûye. Ji ber vê yekê ji hêla dewleta Tirk de bûye hedefa êrîşan. NY jî bûye ew merciya ku van êrîşan diperjirîne. Bûye qurbana berjewendîyên hêzên global.

TEKOŞÎNA HEVPAR MÎSOGER E

Ew yekîtî ya ku di tekoşîna hevpar a li hember DAIŞ’e de hatiye avakirin, divê di her qada jiyanê de pêş bikeve û bibe hêzeke mezin, ev erka herî esasî ya vê serdemê ye. Her çiqas êrîşên dewleta Tirk li ser dijminahiya Kurdan be jî, di serî de gelên Ereb tevahî pêkhateyên gel zirar dibînin. Qadên ku di bin dagirkeriya çeteyan de ye, dixwazin stûyên gel xwar bikin û sîstema xulamtî li ser wan ferz bikin.

Ew sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Ezaz û Babê pêk hatine, tên zanîn. Ew qadên ku dewleta Tirk ji însafa çeteyan re hiştine, bûyerên derexlaqî, derhiqûqî bûne parçeyek ji jiyana rojane. Hedefa êrîşên dagirkerîyê li ku dibe bila bibe, êrîşên ku li hember Rêveberiya Xweser pêk tên li hember hemû kesan pêk tê. Ji ber vê têkoşîneke hevpar mîsoger e.   

Gelên Ereb di şerê li hember DAIŞ’ê de gelek bedelên mezin dane. Ew xwediyê têkoşîneke ku rê li ber bi  hezaran şehadet û bi deh hezaran birîndariyan vekiriye ye. Ew destkeftiyên ku hatine bidestxistin jî niha di bin gefên nûnerên DAIŞ-dewleta Tirk de ne. Divê li hember DAIŞ`ê û dewleta Tirk a ku wek sîwana parastina wî ye, em di nav rewşa seferberiyê de bin. Gelên Ereb, Kurd û pêkhateyên din divê qet derfetê nedin ku bi destê dewleta Tirk DAIŞ li heremê ji nûve zindî bibe. Parastina van destkeftiyan divê bibe erkeke hevpar bo hemû gelan. Dema ku bi vê hişmendiyê tev bigerin dê hemû hewldanên dagirkeriyê bêencam bimînin.     

ŞEREKÎ MUHTEMEL DÊ BİBE ŞERÊ RÛMETÊ YÊ GELAN

Yekane hêza ku êrişên dewleta Tirk têk bibe û encama şer eşkere bike berxwedana gel û xîreta têkoşînê ye. Dema ku şerekî muhtemel li Rojava pêk were, dê ev şer bibe şerê rûmetê yê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê. Divê gel pişta xwe bi tu hêzeke derve girê nede, tenê bawerî bi hêza xwe ya cewherî bîne, li hemû çeperên şer şerê rûmetê bilind bike û bi serkeftinê tacîdar bike. Firsendên giran ên ku li hember êrîşkirina axa welat bên bikaranîn hene. Şerekî ku gel yekser tê de cîh bigire, êrîşên dijmin mehkumê têkçûyînê ne. Yekîtiya gelan yekane hêz e ku çarenûsa vî şerî eşkere bike. 

ANHA