​​​​​​​Hikumeta Şamê buhayê avê bilind dike: Hewa tenê ma

Hikumeta Şamê dem bi dem biryaran derxîne ku azarên welatiyan zêdetir dike. Herî dawî buhayê avê  bilind kir. Nivîskar û rojnamevanê sûrî Sair El-Zerûr hişyarî da ku rêjeya xizantî, sûc û pirsgirêkên civakî zêde bibin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê buhayê avê bilind dike: Hewa tenê ma
10 tîrmeh, 2022   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011'an de welatiyên sûrî di rewşeke aborî û debarê ya xirab de dijîn. Sedema vê yekê destwerdanên derve, siyaset û biryarên şaş ên hikumeta Şamê ne.

Sedema rewşa xirab a aborî jî ew e ku hikumeta Şamê hemû derfet û îmkanên xwe xist xizmeta qada leşkerî. Heman demê aliyên derve jî destwerdanê di gelek berhemên welat de dikin.

Her wiha siyasetên hikumeta Şamê yên diravî yên tewş û gendeliya di saziyên wê de, cezayên li ser hatine birîn, nemaze, "Qanûna Qeyser" ku 17'ê Hezîrana 2020'î de ket meryetê bandoreke mezin li rewşa aborî ya Sûriyê kir. Di encamê de jî buhayê lîreya Sûriyê li hemberî dolarê amerîkayê hilweşiya ku daket 4 hezar lîreyan li beramberî yek dolarî. Beriya aloziyê her dolarek bi 46, 5 lîreyên sûrî bû.

Cezayên navneteweyî tenê bandorê li welatiyan dike. Lê aliyên ku ceza li wan hatine birîn (hikumet û hevkarên wê) bi biryarên ku didin, rewşa debarê ya welatiyan aloztir kir.

Hikumeta Şamê siyaseteke da meşandin ku bi valakirina bêrîka welatiyan, xezîneya dewletê dagir in û ev xezîne xist berjewendiyê bazirganên şer û aloziyan. Ev yek bi rêya derxistina biryarên têkildarî bilindbûna buhayê sotemeniyê, madeyên xwarinê, kehrebe, derman û peywendiyê tê kirin. Herî dawî buhayê ava vexwarinê jî bilind kir.

AV JÎ BIHA DIBE

Vê dawiyê şirîketa giştî ya dagirtina avê, du biryar derxistin, tê de buhayê avê yê ji kargehên wezareta pîşesaziyê derdikevin bi rêjeya nêzî ji sedî 10 li ser buhaya firotina komî ku dibe di firotina yek yek de, du qat bibe.

Li gorî rojnameya Wetan a nêzî hikumeta Şamê, şirîketa giştî ya dagirtina avê di dîroka 23'ê Hezîrana 2022'yan biryarek derxist, ku buhayê paketeke ku ji 6 şûşeyan pêk tê û her yek 1, 5 lître ye, 4 hezar û 800 lîreyên Sûriyê ye û bihayê şûşeyekê 950 lîreyên sûrî ye û di roja duyemîn de hat zêdekirin, bû hezar 50 lîreyî.

4 kargeh girêdayî şirîketên dagirtina ava vexwarinê hene; Sin, Dirêkîş, Beqîn û Fîcê. Rêveberê şirîketê sedema bilindbûna buhayê avê spart zêdebûna lêçûna xebitandin, bilindbûna buhayê madeyên sereke û zehmetiyên di peydakirin madeyên dahatoyî de.

Axaftina li ser bilindkirina buhayê avê di demekê de hat ku Sûriyê di rewşeke zuhabûnê de ye ku ji 70 salî ve mîna wê di dîrokê de çênebûye.

Piraniya herêmên Sûriyê di aloziyeke dijwar a avê de ne ku di havînê de zêdetir bike û di hefteyê de bi rojan tê qutkirin, ji ber vê yekê welatî, bi taybet ên li gundan neçar dimînin ku avê ji sarîcan bi buhayê bilind bikirin, di gelek caran de ji bo vexwarinê ne tendurist e. Ji wê zêdetir daxwaza li ser kirîna ava di şûşan de zêde bûne, nemaze ji ber kêmbûna asta ava kanî û zêdebûna qutkirina kehrebe û avê di rojên germ û tunebûna alavên cemidandinê.

'TENÊ HEWA MA'

Di mîdyayên dejîtal de, biryara bilindkirina buhayê avê rastî rexne, bertek û qerfan hat. Yekî ev got parve kir "Av tenê maye ku hûn me jê mehrûm bikin". Kesekî din ev rexne kir "Çima ev qas çavbirçîtî? Av bê pere ye mafê her welatiyekî ye".

Nivîskar û rojnamvanê sûrî Sair El-Zazûi li ser mijarê ji ANHA'yê re axivî û got: "Mijara zêdekirina buhayê avê ne ya yekemîn e, mînak buhayê sotemenî, piraniya madeyên xwarinê li gorî kêfa bazirganan e, lê ne li gorî dixlê welatiyê sûrî li herêmê di bin serweriya rejîmê de tê diyarkirin ku rewşa li wan herêman heta asteke mezin paşketiye. Divê dixil an mûçeyên welatiyan deh an bîst qat were zêdekirin da ku mirov jiyaneke normal bijî."

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, buhayê jiyanî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji sedî 150 bilind bû. Lê mûçeyên karker û karmendan 100 hezar û 200 hezar derbas nake.

Di rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî de tê gotin, ji sedî zêdetirî 90 welatiyên sûrî di xeta xizaniy de ne. Bernameya Xurikê ya Cîhanê (WFP) di rapora xwe ya 2021'an de hin sînyalên derbarê rêjeya aloziya xwarinê li Sûriyê de eşkere kir û teqez kir ku hejmara sûriyên ku azarên tunebûna xwarinê dikişînin di sala 2019'an de ji sedî 20 derbas kir û di sala 2021'an de ji sedî gihişt 60.

Sedema aloziya xwarinê ew e ku hikumeta Şamê rola xwe bi cih nayîne û destekê nade qada aborî. Di sala 2011'an de bûdceya ku ji bo qada çandiniyê veqetand 515 milyon û 432 hezar û 500 dolar bû, di sala 20121'an de daket derdora 124 milyon û 686 hezar û 914 dolarî, yanî di nav 10 salan de bi qasî ji sedî 75 kêm kir.

Sair El-Zazûi diyar kir di encamê tevahî rûdanên salên borî de helbet wê rewşa debarê hilweşe û got: "Cezayên Amerîkayê rewş aloztir kir. Ji vir rola hikumetê tê ku wan zehmetiyan li ser welatiyan sivik bike, ji ber ku tevahî hikumetên dewletan wisa dikin. Lê hikumeta Şamê berovajî vê yekê dike û bê wesandin dixebite ku zextê li ser welatiyan zêde bike û jiyana wan dijwartir dike. Ev ne hikumeta şêniyan e, lê hikumeta rejîm û tebeqeya karsazên nêzî rejîmê ye."

Li gorî çavdêran, biryarên hikumeta Şamê nikare aloziya aborî derbas bike, berovajî vê xizmeta mîrên şer ên ku berjewendiyên wan ne li gorî berjewendiyên welatiyên sûrî ne, dike. Di encamê de alozî kûrtir dibin û rewşa debarê ya welatiyan hildiweşe.

Têkildarî armanca hikumeta Şamê ji derxistina van biryaran rojnamevan El-Zazûî wiha got: "Dibe ku berisva vê pirsê pir hêsan be. Tevahî sûrî dizanin ku hikumeta Şamê ne xwedî biryar e û girêdayî berespektîvên serokatiyê ye û nikare bi çareseriyan bifikire, ji ber ku çareserî hazir dighêjin ber destê wê. Di esas de ne hikumeteke pîşesaz û pispor e. Lê ji ber gelek sedeman hikumeteke erkdarkirî ye ku xizmeta welatiyan û xebata ku barên wan sivik bike, nake.''

HIŞT KU KEŞTÎ NOQ BIBE

Rojnamevan û nivîskarê sûrî Sair El-Zazûi diyar kir ku dûr e ku hikumeta Şamê siyasetên xwe biguhere û got: "Texmîn nakim ku rejîm û hikumeta wê siyaseta westandin û azarên gel biguherin. Lê belê di xeta xwe de berdewam e. Em dibînin ku roj bi roj xizantî zêde dibe, rêjeya sûc û pirsgirêkên civakî bilind dibin. Derhal domandina koçberî û hiştina keştî ku noq bibe hene. Li gorî raporên xwecehî, koçberî ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê an bakurê rojava çêdibe. Ev hemû lêgeriya li jiyanê ye, dibe ku jiyaneke nebaştir be jî, lê wê ji jiyana li herêmên di bin serweriya rejîmê de ne xirabtir be."

ANHA