ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-07-2022
9 tîrmeh, 2022   23:00

- Çavdêrên filîstînî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkeriya wê ya li Sûriye û Iraqê red kir û îşaret bi girîngiya yekitiya Kurd û Ereban kir da ku destwerdana dewleta Tirk li her du welatan bê têkbirin. (BI WÊNE).

- Şêniyên kantona Şehbayê diyar kir ku gefên dewleta Tirk dê israr û berxwedana wan kêm neke, her wiha destnîşan kir ku ger dewleta Tirk bajarê Til Rifetê dagir bike, dê navendeke nû ya terorê çêke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê dem bi dem biryaran derxîne ku azarên welatiyan zêdetir dike. Herî dawî buhayê avê  bilind kir. Nivîskar û rojnamevanê sûrî Sair El-Zerûr hişyarî da ku rêjeya xizantî, sûc û pirsgirêkên civakî zêde bibin. (BI WÊNE).

- Pispor têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê ya dewlemend dike hedef, lewma divê li ser Peyamana Romayê Erdogan wek sûcdarekî şer bê darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên navçeya Til Temirê diyar kirin ew ê li dijî dagirkeran li kêleka şervanên QSD`ê bin. Welatiyan bang li her kesî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin şervan û her herêmekê veguherînin eniya şer. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA