Welatî: Divê her kes xwe wek şervanekî bibîne û her deverê veguherînin eniya şer

Welatiyên navçeya Til Temirê diyar kirin ew ê li dijî dagirkeran li kêleka şervanên QSD`ê bin. Welatiyan bang li her kesî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin şervan û her herêmekê veguherînin eniya şer.

Welatî: Divê her kes xwe wek şervanekî bibîne û her deverê veguherînin eniya şer
10 tîrmeh, 2022   02:37
HESEKÊ

Roj bi roj gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibin. Bi vê yekê hewl tê dayîn ku projeyên mêtîngeriyê li xaka Sûriyê bi cih bînin.

Li hemberî vê rewşê, di 6`ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand û got: “Ji bo bersivdayîna diminahiyeke muhtemel li dijî herêmê, dê hemû derfetên xwe bike xizmeta parastina herêmê û şêniyan.”

Ji aliyê xwe ve, xelkê navçeya Til Temirê ya li ser eniyên şer ên bi dewleta Tirk re anîn ziman ku divê bi hemû rêbazan li dijî dewleta Tirk a dagirker bê sekinandin.

Ji koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî Mehmûd Mihemed ê li navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê bi cih dibe, got: “Wekî her kes dizane, dewleta Tirk dewleteke faşîst e û çeteyên xwe yên bi navên cuda ji bo qirkirina gelên herêmê, di bin bihaneya parastina sînor û ewlehiya xwe ya neteweyî de, bi kar tîne.”

Mehmûd Mihemed ev pirs kir: “Gelo sînorên wê heta ku derê ne, kanî hêzên garantor ên li herêmê û çima li hemberî van gef û êrişan bêdeng in?”

Koçberê ji Serêkaniyê destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dewam bikin û wiha pê de çû: “Em li kêlek hêzên xwe yên leşkerî ne, em ê dev ji xaka xwe bernedin. Em berê bi darê zorê ji bajarê xwe hatin koçberkirin. Lê îro em ê axa xwe terk nekin û em ê li vir bimînin, ji ber ku ev pêvajoya man û nemanê ye.”

Mihemed bang li gelên kir û got: “Divê gelên herêmê, li gorî pêvajoya heyî xwe bi rêxistin bikin. Divê her kes xwe wekî şervanekî bibîne û hemû derfetên xwe bixe xizmeta pêvajoyê. Divê bi hemû rêbazan piştgiriya şervanan bê kirin.”

Her wiha ji bo parastina herêmê bal kişand ser girîngiya xwespartina hêza xwe û xwe nespêre aliyên derve û wiha domand: “Heta pêkanîna serkeftinê, divê em pişta xwe nedin kesî, divê em pişta xwe bidin hêza xwe da ku herêmê û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê em nehêlin senaryoya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare bibe.”

Çinar Salih a ji şêniyên Til Temirê jî destnîşan kir ku ji beriya 3 salan ve ew li dijî van gef û êrişên domdar li ber xwe didin û got: “Em nikarin cudahiyê bixin navbera herêmên xwe û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku êriş li dijî hemû herêman pêk tên.”

Çinar got ew ê li herêmên xwe bimînin û wiha dewam kir: “Tişta ji me tê xwestin ku em bi pey şerê taybet ê dewleta Tirk dimeşîne, nekevin. Ji lew re divê em bi van lîstokan neyên xapandin. Divê gelên herêmê li hemberî gefên li ser herêmê xwe baş bi rêxistin bikin.”

Çinar Salih her wiha destnîşan kir ku divê her welatiyekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe şervanek û her bajarekî veguherînin eniya şer.

Welatiyê bi navê Ehmed Hemo yê ji şêniyên navçeyê jî, piştrast kir ku divê ew û hêzên leşkerî yek ref bin û di têkbirina êrişên li dijî herêmê de baweriya bi hêza leşkerî bînin.

Hemo got: “Baweriya me bi QSD`ê heye, ew dikare herêmê û gelê herêmê biparêze. Ji lew re ji her kesî tê xwestin ku bikeve ferqa hesasiyeta vê pêvajoyê, divê her kes serî hilde û parastina herêmê bike. Divê li her derê xwe li gorî rewşa awarte bi rêxistin bike û tevbigere.”

(cx)

ANHA