​​​​​​​PDK’ê nehişt Edhem Barzanî derbasî Başûr bibe

Siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku berî mehekê serdana Îranê kir û îro xwest vegere Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn ku Barzanî derbasî Hewlêrê bibe.

​​​​​​​PDK’ê nehişt Edhem Barzanî derbasî Başûr bibe
8 tîrmeh, 2022   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku berî mehekê serdana Îranê kir û îro ji bo Cejna Qurbanê xwest vegere Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn derbasî Hewlêrê bibe.

Hate zanîn ku ligel barzanî ferdên malbata wî hebûne û ji ber ku hêzên PDK’ê destûr nedana vegere herêmê, neçarmaye ku paşde vegere Îranê.