​​​​​​​Yasir El-Silêman: Rewşa awarte, amadekariyên li hemberî gefên Tirkiyê ye

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman diyar kir ku rewşa awarte; tê wateya amadekarî û bikaranîna derfetên Rêveberiya Xweser û meclisên wê ji bo têkbirina êrişan e. 

​​​​​​​Yasir El-Silêman: Rewşa awarte, amadekariyên li hemberî gefên Tirkiyê ye
9 tîrmeh, 2022   01:36
REQA-EHMED ESAF

Li hember gefên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmehê rewşa awarte ragihand. Rêveberiya Xweser bi cidî bi van gefan re eleqedar dibe û di wê çarçoveyê de ji bo parastina herêmê û rêgirtina li pêşiya dagirkirina wê, peywendiyan li ser asta hundir û derve lidar dixe.

Têkildarî ragihandina rewşa awarte cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir El-Silêman got: “Rewşa awarte ya giştî; bilindkirina asta hazirtiyan li hember her êrişeke dagirkeriya Tirk li dijî herêmê ku gef li herêmê dixwe, bi çekên sivik û giran topbaran dike û bi rêya balafirên bê mirov ên biçek, saziyên sivîl û xizmetguzarî dike hedef.”

El-Silêma wiha domand: “Ji ber van hemûyan, rêveberiyê rewşa awarte ragihand, da ku sazî, meclis û rêveberî amade bin û karibin bi mîna van gefên muhtemel ên dewleta Tirk re mijul bibin ku dibe destwerdanê herêmê bike.”

El-Silêman diyar kir ku ji ber Rêveberiya Xweser van gefan cidî dibîne, di civînekê rewşa awarte hate ragihandin. Li gorî El-Silêman, di wê civînê de rewşa siyasî hate nîqaşkirin û paşê bi erêkirina hemû endamên meclisa giştî biryara rewşa awarte hate ragihandin.

AMADEKARIYÊN REWŞA AWARTE

Her wiha El-Silêman got: “Rêveberiya Xweser şer wek karesateke mirovî ya rastîn dibîne. Heke pêk were dê şênî pêl bi pêl koçber bibin, dê demografiya van herêman bê guhertin. Ji ber wê rêveberiyên xweser, sivîl û sazî hemû derfetên xwe xistin xizmeta têkbirina êrişê û encamên wê.”

El-Yasir daxuyand ku meclisên Rêveberiya Xweser û saziyên wê mîna Meclisa Rêveber, Meclisên Sivîl ên herêman, desteyên diravî, tenduristî û hemû deste û komîte bê îstîsna, bi danîna planan li hember vê karesatê têkildar in.

Yasir El-Silêman wiha berdewam kir: “Em dizanin ku amadekariyên ji bo şer, rê li ber şer digire. Heke pêşî lê neyê girtin dê bandorên wê li mirov û pêkhateyên resen ên herêmê ku li hember dagirkeriyê sekinîn û şerê terorê kir, hebe. Xelkê vê herêmê ji bo rizgarkirina mirov û parastina yekitiya Sûriyê gelek fedakarî kir.”

El-Silêman bang li hemû sûriyan kir ku li rex projeya nîştimanî ya herêmê bisekinin da ku van êrişan têk bibin û got: “Divê welatî, li hember van gefan amadekariyan bikin.”

El-Silêman destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser beriya van gefan ji ber encamên şer û koçberiyê gelek zehemtî kişandin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em hewl didin ku welatiyên vê herêmê ji azarên şer dûr bixin, bi rêya bilindkirina asta amadekariyên ji bo şer. Em dixwazin şêniyên herêmê baldar bin û ji bo rewşa awarte amade bin. Divê em derfetên xwe ji bo xizmeta welatiyan û sekna li encamên êrişan bi kar bînin.”

El-Silêman bang li civata navneteweyî kir ku li rex Rêveberiya Xweser be ku di şerê li dijî terorê de şirîkê wê ye û wiha pê de çû: “Divê civata navneteweyî, helwesta xwe nîşan bide û nehêle destwerdan li Sûriyê were kirin. Divê li ser astên lojistîk, diravî û gelek astan destekê bide Rêveberiya Xweser.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman di dawiyê de got: “Me peymana bingehîn a Rêveberiya Xweser esas girt ku gelek derfet dide Meclisa Giştî çi yên aborî yan jî ewlehî be, bi şêwazekê ku xizmeta şênî û rêveberiyê dike da ku li hember êrişan bisekinin.”

(şx)

ANHA