`Hêviya me yekane di cejnê de em vegerin warên xwe û dagirker jê derkeve`

Koçberan diyar kir ku şadiya cejna Qurbanê, tenê bi derketina dagirkeriya Tirk temam dibe. Her wiha teqez kirin ku hêviya wan a yekane di vê cejnê de; vegerin warên xwe piştî ku rizgar bibe.

`Hêviya me yekane di cejnê de em vegerin warên xwe û dagirker jê derkeve`
9 tîrmeh, 2022   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberên Girê Spî û Serêkaniyê, cejna Qurbanê dûrî malên xwe pîroz dikin, ku artêşa Tirk û çeteyên wê warên wan dagir kirin. Ji wê demê ve di nav kampan de cejnê pîroz dikin û dibêjin; dûrî malên xwe tu şadiya cejnê tune ye.

HÊVIYA YEKANE VEGER E Û DERXISTINA DAGIRKERIYÊ YE

Fatme El-Beyo tevî malbata xwe li Kampa Weşûkanî dimîne, têkildarî amadekariyên cejnê wiha axivî: “Ji bo me tu wateya cejnê nîne. Li Serêkaniyê me cejn bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikir. Me şêranî çêdir, şekir dikirî, cil û berg ji zarokan re dikirî.”

Tenê hêviyeke Fatme heye ku vegere bajarê xwe piştî ku dagirkirî jê derkevin.

Koçbera ji Serêkaniyê ya bi navê Îsra Ehmed got: “Li Serêkaniyê di rojên cejnê de me serdana goristanên şehîdan dikir. Şahiya rastîn ew bû dema ku me cejn bi xizmên xwe re pîroz dikir, dûrî dagirkirinê.”

ERDOGANÊ FAŞÎST Û ÇETEYÊN WÎ SEDEMA REWŞA ME YE

Koçberê bi navê Casim Semo yê li Kampa Weşûkanî dimîne got: ''Ji ber Erdoganê faşîst û çeteyên wî, em cejna xwe li kampan pîroz dikin.''

Semo behsa hevgirtina pêkhateyan di cejna de li Serêkaniyê kir û anî ziman ku li Serêkaniyê wateya cejnê hebû. Ji ber pêkhateyên bajêr, mîna malbateke hevgirtî bûn û di cejna de serdana hev du dikirin.

Semo wiha berdewam kir: “Ji ber dewleta Tirk ku herêma me dagir kir, her yek ji me li derekê ye. Bi dûrketina ji war tu +wateya cejnê tune ye.”

Rewşa koçberên Girê Spî ji yên Serêkaniyê ne çêtir e. Ev cejna sêyemîn e ku di nav kampan de pêşwazî dikin. 

Der barê hêviyên wan di cejnê de koçberê bi navê Ebdurehîm El-Şaban ê ji Girê Spî got: “Hêviya min; aştî li cîhanê bi giştî belav bibe. Cejna rastîn jî; dagirkeriya Tirk ji axa me derkeve û em vegerin warên xwe.”

El-Şaban bang li civata navneteweyî kir ku rêgezên mafên mirovan pêk bîne û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku ji herêmên dagirkirî derkeve û vegereke ewle ji wan re peyda bike.

'ŞADIYA ME BI CEJNÊ, BI DERKETINA DAGIRKERIYA TIRK JI AXA ME TEMAM DIBE'

Koçbera bi navê Zixîrê El-Hemed jî got: “Em bi çêja cejnê nahesin, heta ku dagirekriya Tirk ji warên me derdikeve. Ez ji koçberên Idlibê, Heleb û Şamê re dibêjin bi planên Tirkiyê neyên xapandin ku wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hesabê şêniyên herêmê yên resen, bi cih bike.”

Li Kampa Girê Spî ku Rêveberiya Xweser di 22`yê Mijdara 2019`an de li gundê Til Semir ava kiriye, 6 hezar û 443 koçber dimînin.

(şx)

ANHA