Rojnameyên erebî: ‘Herêma ewle’ li başûrê Sûriyê li gel derewandin û mîsogerkirinê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa "herêma ewle" ya li başûrê Sûriyê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: ‘Herêma ewle’ li başûrê Sûriyê li gel derewandin û mîsogerkirinê
8 tîrmeh, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‛URDIN AVAKIRINA HERÊMEKE EWLE RED DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: "Di demekê de gotegot li ser avakirina "herêmeke ewle" bi kûrahiya 35 kîlometre li ser sînorê Urdinê hene, ajansa Emon a urdinî agahiyên li ser vê yekê derewandin. Çavkaniyekî berpris jî got tu tişt li ser vê yekê nehatine pêşkêşkirin û tu nîqaşên li ser avakirina herêmeke ewle tune ne. Urdin nafikire ku herêmeke wiha ava bike.

Lê çavkaniyekî ji başûrê Sûriyê ji Şerq El-Ewset re got di vê dawiyê de di navbera rêveberên herêmî yên ji komên lihevkirinên li Derayê pêk anîne û endamên komîteyên dan û standina navendî ya li başûrê Sûriyê de civîn hatin lidarxistin. Di civînê de avakirina herêmeke ewle û bandora wê li ser herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser lihevkirin û pêşniyarên têkildarî herêma başûr tên kirin, ew in ku parçeyek ji Sûriyê ne û projeyên cudaxwazî red dikin. Divê di herêma ewle de çek û sazûmanî û kom tune bin û saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyê jî tune bin. Ew yek dê di bin çavdêriya navneteweyî de be û dê daîreyên rejîmê yên sivîl tê de bin, di nav de jî polîsên sivîl û rêveberiya deriyê Nesîb ê bi ser Urdinê ve. Divê rêvebirina wê ya leşkerî ji hemû aliyan ve werin qebûlkirin. Têkiliyên hevbeş di navbera hemû aliyan de der barê mijarê de hebin, karên leşkerî li herêmê tune bin. Projeyên geşkirin û alîkariyên mirovî bên avakirin."

‛YNK TÊKILDARÎ SEROKATIYA IRAQÊ BI PDK’Ê RE DIDE Û DISTÎNE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên nêzî YNK’ê eşkere kir ku lihevkirin li ser destpêkirina dan û standinên bi PDK’ê re piştî cejna Qurbanê hene da ku xwe bigihînin lihevkirinekê li ser serokatiya komarê.

Çavkaniyan eşkere kir ku wê YNK’ê vê carê ji aliyê hêzê ve bi hevrikê xwe yê siyasî re dan û standinan bike. Ew jî piştî Çarçoveya Hemahengiyê diyar kir ku ew ê destekê bide namzetê wê yê serokatiyê, ji bilî lihevkirin bi PDK’ê re çêbin, pêk hat.

YNK’ê destekê ji bo wîlayeteke din destekê dide Berhem Salih û PDK’ê jî destekê dide Wezîrê Hundirînê yê herêma Kurdistanê-Bakurê Iraqê Rêber Ehmed. Berê jî di navbera her du aliyan de li ser yek namzetî lihevkirin çêbûn, lê PDK’ê ew yek paşguh kir û bi namzetê xwe ve girêdayî bû.

Vekişîna şepêla El-Sedrî ji xebata siaysî û radestkirina ji Çarçoveya Hemhengiyê re ku nûnertiya siyasî ya hêzên alîgirê Îranê dike, qonaxeke nû derket, nexasim jî ji her du aliyên Kurd re. Ji ber guhartinên awarte çêbûye bandoreke mezin li rewşa siyasî ya her duyan kir. êdî YNK bi hevrûkirina bi PDK’ê re di rewşeke vehesînê de ye."

‛ARTÊŞA SÛDANÊ: LIHEVKIRIN AN JÎ BANGA LIDARIXSTINA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT’

Der heqê rewşa Sûdanê de, rojnameya Itîhad El-Îmaratî wiha nivîsî: "Wezareta Karên Derve ya Sûdanê duh bang li serokê nûnerê NY’yê Volker Peretz kir. Hêzên çekdar ên Sûdanê diyar kir ku li pêş hêzên siyasî du vebijêrkên hene; yan lihevkirin an lidarxistina hilbijartinên pêşwext

Di kêmî 10 rojan de ev cara duyemîn e ku Wezreta Karên Derve ya Sûdanê bang li nûnerê navneteweyî dike."

(fr)