​​​​​​​Malbatên şehîdan: Tecrîda li ser rêber Ocalan gel ji wî dûr naxe

Malbatên şehîdan biryarên dagirkeriya Tirk ên birîna cezayan li ser rêber Abdulah Ocalan wek “karekî dermirovî” bi nav kir û banga bilindkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî kir.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Tecrîda li ser rêber Ocalan gel ji wî dûr naxe
8 tîrmeh, 2022   08:18
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Dadgeha Înfazê ya Bursayê ya dewleta Tirk di 31’ê Gulanê de daxwaza hevdîtina parêzerên rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî (Omer Xeyrî Guneş, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş) dîsa red kir û cezayê disîplînê yên nû li ser rêber Ocalan ferz kirin.

Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker cezayên dîsiplînî li rêber Ocalan û hevalên wî bibire, di 18’ê Tebaxa 2021’an de jî cezaya 3 mehan li rêber Ocalan birîbûn, piştre careke din di 12’ê Çileya heman salê de cezayê 6 mehan lê birîn.

Ev ceza bertekan li gel aliyên siyasî û gel derxistin holê û ji bo şermezarkirina wan cezayan rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Însiyatîfa Nûn cezayên li ser rêber Ocalan û hevalên wî şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî û sivîl kir ku li hember sûcên li dijî rêber Ocalan xwedî helwest bin.

Weqfa Jîn a jinan diyar kir ku ceza tenê biryarên siyasî û derhiqûqî ne, her wiha destnîşan kir ku tecrîd ne tenê rêber Ocalan, lê belê tevahiya gelên ku bi fikrên wî bawer in, dike hedef.

Malbatên şehîdan li navçeya Dirbêsiyê jî ev ceza şermezar kirin.

Dayika şehîd Mehmûd Mihemed ê ku li Serêkaniyê di 2014’an de şehîd bû, Fatme Keleş, wiha anî ziman: “Em tecrîda li ser rêber Ocalan ku 23 sal e di girtîgeha Îmraliyê de ye û redkirina daxwzên hevdîtina wî, şermezar dikin .”

Fatme Keleş diyar kir ku armanca tecrîda li ser rêber Ocalan ew e ku fikrên wî sînordar bikin û îradeya gelê Kurd ê ku bi wî fikrî bawer dike, têk bibe. Fatme Keleş wiha domand: “Rêber Ocalan dîwarên girtîgeha Îmraliyê veguherandin dibistanekê ku ji wê fikr û felsefeya neteweya demokratîk li hemû cîhanê belav bû. Êdî gel vê tecrîdê qebûl nake.”

Di dawiya axaftina xwe de, Fatme Keleş bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan bişikînin û rê bidin parêzerên wî ku hevdîtinê pê re bikin.

Têkiliya herî dawî ya rêber Ocalan bi cîhana derve re, bi rêya telefoneke bi birayê wî Mehmet Ocalan re di 25’ê Adara 2021’an de bû ku hevdîtina herî dawî bi rêber Ocalan re jî ji aliyê parêzerên wî ve di 7’ê Tebaxa 2019’an de bû.

Di heman çarçoveyê de, xwişka şehîd Hemîd Misto ku di 2012’an de li Serêkaniyê şehîd bû, Edle Misto, wiha got: “Tecrîda li ser rêber Ocalan dermirovî ye û derveyî mafên girtiyan e, rêber Ocalan tu guneh nekirine da ku were cezakirin, wî tenê wekheviyeke civakî ji gelê bindest re dixwest.”

Edle Misto wiha domand: “Qedexekirina hevdîtinên bi rêber Ocalan re û nûkirina cezayan, hewldanên qutkirina têkiliyên wî bi cîhana derve re ne, di encamê de jî şîret û fikrên wî negihînin gelên Kurdistanê.”

Dayika şehîd Qeys El-Keşe ya ku li Hecînê di 2018’an de şehîd bû, Xade El-Ehmed, wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker ji hevdîtina rêber Ocalan bi parêzer û malbata wî re ditirse. Rêber Ocalan bi fikr û felsefeya xwe bi me re ye, dagirkeriya Tirk jî eger çi bike, nikare gel jê dûr bixe.”

Di dawiya axaftina xwe de, Xade El-Ehmed bang li gelên herêmê kir ku têkoşînê pêş bixin û çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan zêde bikin, heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî.

CPT’yê di 20’ê Adara par de di raporekê de kiryar û siyasetên derhiqûqî yên li girtîgeha Îmraliyê û gelek sûcên ku tê de hatine kirin, belge kiribûn.

(mh)

ANHA