TEV-DEM’ê bi peyamekê cejna Qurbanê pîroz kir

TEV-DEM’ê cejna Qurbanê li tevahiya cîhana îslamî pîroz kir û da zanîn ku cejn xwedî gelek wate ye, lê artêşa Tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya terorîstane û sûcên pêk tîne, berê wê diguherîne.

TEV-DEM’ê bi peyamekê cejna Qurbanê pîroz kir
8 tîrmeh, 2022   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê cejna Qurbanê li tevahiya gelan pîroz kir û wiha got: "Em cejna Qurbanê li tevahiya malbatên şehîdan, birîndar û gelê berxwedêr û hemû civata sûrî dikin û hêvî dikin ku li tevahiya Sûriyê û herêmê aştî were mîsogerkirin. Di heman demê de aloziya Sûriyê were çareserkirin û kêfxweşiya hemû cejn û boneyan vegere."

TEV-DEM’ê di peyama xwe de îşaret bi wate û girîngiya cejnan kir û wiha dewam kir: "Cejn xwedî wateyên cewherî ye û li ser bingeha avakirina jiyaneke hevbeş û azad ku tê de edalet û wekhevî hebe, rihê lêborandinê xurttir dike, da ku di civakan de bibe pîvan û qanûn pê re jî wateya exlaqî û mirovî were parastin."

Di dawiya peyamê de jî ev hate destnîşankirin: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tu girîngiyê nadin van cejnan û vediguherin siyaseteke terorîstane, qirker û helandina etnîk pêk tînin û li ser civakên ewle ferz dikin ku ji ayînên xwe bê par bimînin. Dewleta Tirk a faşîst li herêmên dagirkirî hovîtirîn sûcan dike û di demekê de ku gelê herêmê pêşwaziya cejna Qurbanê dikin gefa operasyonên leşkerî dixwe. Ev jî nezanebûna faşîzma Tirk dide xuya kirin.

Em cejna Qurbanê pîroz dikin û hêvî dikin ku aştî li welatê me mîsoger bibe, kêf û xweşî li ser rûyê zarokan vegere. Em ê jî ji bo koçber vegerin malên xwe tê bikoşin û vegerke ewle ji wan re dabîn bikin."

(eh)

ANHA